Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 11 OCT 2026 19:26 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Referandûma Şîeyan
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Di 28.8.2019 de hejmareke kesayetî û welatiyên bajarê Besra yê Iraqê serdana Serok Mesûd Barzanî kirin. Berwiya wê jî şandekê ji xelkê parêzgehên başûrê Iraqê serdana Serok Barzanî kirbûn. Wan gelek gilî dikirin ji ber nebûna xizmetê û ji ber xerabiya rewşa bajêrên wan. Tişta ku mirov jê ecêb dimîne, ew e ku bajarê Besra dewlementirîn bajarê cîhanê ye bi petorla xwe, lê xelkê wê bê ava verxwarniyê ne. Wan herdû şandan bi zelalî digotin, êdî xelkê başûrê Iraqê tehemûl nakin vê rewşa xerab.

Di hilbijartinên derbasbûyî yên Iraqê de, xelkê başûrê Iraqê peyama xwe gihandin deselatdarên Iraqê û rêjeyeke pir kêm çûn ser sinduqên dengdanê ku li cihna beşdariya xelkê tenê %11 bû. Vê yekê nîşan dida ku xelkê başûrê Iraqê û Bexda dê rojekê di rûyê sîstema siyasî ya mezhebî ya Iraqê de biteqin.

Dema rêjîma Beis herifî, biryar bû ku Iraqa nû federalî be û tê de hemû alî mafê wan parastî be û Destûrê Iraqê jî qazî be. Lê me dît li şûna vê, deriyê tolhildanê ji Sunneyan vebû û şerê gepa nanê Kurdan destpê kir û Kurd ji hertiştî bêpar kirin. Sîstemek ku heya tibêje, gendel û mezhebî hat holê û kîja dewlet hat û destê xwe xist karê Iraqê de û her welatek jî tê de li berjewendiya xwe geriya.

Ew nerazîbûn û xwepêşandanên ku niha li nava bajarên Şîeyan hene, beriya 10 salan li bajarên Sunneyan derketin, lê di encamê de DAIŞ di nava bajarên wan der derket û ew bajar wêran bûn û xelkê wan hemû koçber bûn û îradeya siyasî ya Sunneyan bidawî bû û niha jî ew navçe di bin hukmê Heşda Şeibî de ne.

Her ji serî de, pirsgirêka Kurdan bi Iraqa nû re hebû. Destûr dihat binpêkirin û çarenivîsa madeya 140 winda ma. Êdî deselatdarên Bexdayê destê xwe danîn ser qutê xelkê Kurdistanê. Di encamê de Başûrê Kurdistanê di Iraqa nû de referandûma serxwebûna Kurdistanê encam da. Li şûna ku Hikûmeta Iraqê û serokê wê Ebadî guh bidin nerazîbûna xelkê Kurdistanê ji rewşê û ji binpêkirinên Bexdayê, Ebadî dest bi ehmeqî û kîniyê kir û destê xwe da welatên navçeyê û Kurdistan dorpêç kir û Kurd ceza kirin.

Iraqa nû ya gendel û mezhebî li nerazîbûna Kurd û Sunneyan da û em ceza kirin. Niha dûra Şîeyan e ku wek Kurd û Sunneyan ji gendeliya Iraqê û ji mezhebiya wê nerazî ne. Bi rastî tişta ku niha li başûrê Iraqê çêdibe referandûma Şîeyan e, lê bi şêweyeke cuda ji referandûma Kurdan. Wan jî wek Kurd û Suneyan ev rê dane ber xwe û ew jî êdî nikarin tehemûl bikin. Êdî gotinên xweş yên serkirdeyên Iraqê mîna Muqteda Sedir û peyamên lêveger û palewanên wan ên ku li Kurd û Sunneyan dan, rewşê û nerazîbûna Şîeyan venamrîne. Destêwerdana derve û derbeyên leşkerî û ti şêweyeke din jî heqê wan kesan nade ku ev 15 sal e destê wan di rewşa xerab û gendelî û mezhebiyê de heye.

Iraqa nû, divê ji nûvre were danîn. Bê xêzkirin û ku bi realî û rastî û diristî bersiva nerazîbûna Sunneyan û referandûma Kurdistanê û şoreşa Şîeyan bide. Eger her destkariyek di sîstema siyasî û destûrî de bê kirin pêwîst e di berjewendiya Kurd û Sunne û Şîeyan de be. Hersê pêkhate hatin êşandin û nerazîne. Eger hewl bê dan ku li ser hesabê pêkhateyekê li Iraqê pêkhateyeke din bên razîkirin, dê ev yek Iraqê vegerîne çargoşeya yekem û dê dawiya vê rewşa xerab neyê.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact