Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 18 SEP 2026 20:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dastana Sihêla nehişt Herêma Kurdistanê jinav biçe.. Pêşmerge xwe neçemand
| KDP.info


 

Duhok-KDP.info- Îro Şemeya 26.10.2019, 2 sal bi ser dastana Sihêla de derbas dibe. Ew fermandarê ku di wê dastanê de beşdar bûye dibêje, Dastana Sihêla nehişt hebûn û qewareya Herêma Kurdistanê jinav biçe û Kurdistaniyan xwe neçemandin.

Destpêka Dastanê

25ê Cotmeha 2017, fermandarên Pêşmerge li Sihêla civiyan bi serperiştiya Fermandarê Leşkerê Taybet ê 1 û Gulan Mensûr Barzanî û biryar dan ku heya dilopa dawî ji xwîna xwe şer û bergîriyê di ber Kurdisatnê de bikin.

Roja 26ê Cotmehê hêzeke mezin û bi çekên giran ku pêk hatibû ji hêzên Iraqê û Heşda Şeibî û bi alîkariya hêza hin welatan li navçeya Sihêla li Rojavayê Diclê bicîh bûn û xwe amade kirin ji bo ku êrîş bikin ser Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.

Fermandarê Pêşmerge Lîwa Behcet Sêlkî ku di wê dastanê de beşdar bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzeke pir mezin û bi çekên giran. 4 fîrqe bûn û bi hezaran serbazên biyanî jî bi wan re bûn. Dixwestin li Sihêla heyfa şerê Pirdê hilînin, ji ber ku başûrê Hewlêrê di şerê Pirdê de hatibûn şikestin û dixwestin heyfa xwe li Sihêla hilînin.”

Hêzên Pêşmerge bi çekên sivik û bi îrade û moraleke mezin di amadebaşiyê de bûn ji bo bergîriyê. Roja 26ê Cotmehê serê sibehê şer destpê kir û hêzên Iraqê û Heşda Şeibî dest bi êrîşê kirin. Lê Hêzên Pêşmerge ji wan re hazir bûn û bi tundî bersiva wan dan. Wan qet bawer nedikir ku Pêşmerge bi vê şêweyê li ber xwe bidin. Ew şer şerê man û nemanê bû.

Pêgeha cografî û ciyosiyasî ya Sihêla

Lîwa Behcet Sêlkî wiha got: “Navçeya Sihêla ji aliyê cografî û ciyosiyasî ve pir girîng e, ew navçeya han 3 welatan bi hev girê dide. Iraq çend armancên wê yên siyasî û abûrî hebûn ji dagîrkirina Sihêla.”

Hatina wê hêzê bo Sihêla piştî şikestina hêzên Iraqê bû li Pirdê, ku dixwestin berê şer biguherin. Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, hemû qesta Iraqê ew bû ku Sihêla bigrin û bighên Pêşxabûrê û Herêma Kurdistanê bifetisînin.

Lîwa Behcet Sêlkî wiha domand: “Armanca siyasî û abûrî jî ji şerê Sihêla bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê pir mezin bû, ji ber ku eger ew di şer de biser ketibana, dê heya deriyê Îbrahîm Xelîl jî çûbana û ew derî dagîr kiribana. Lê dema ku nas kirin ku nikarin, xwestin ku deriyekî din li Rebîe vekin.

Îradeya polayî nehişt Kurdistan bikeve

Şer pir gerim bû û fermandarên Pêşmerge digotin “Em xwe naçemînin” û şerê xwe dikirin. Hiştin ku hêzên Iraqê bişkin û paşve bikşên û di dawiyê de Pêşmerge biser ket.

Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Şer baş dirêj kir û tê de 21 Pêşmerge şehîd bûn. Bi hezaran çekdarên wan hatin kuştin. Pêşmerge biryara man û nemanê dabûn. Bi piştevaniya Serok Barzanî û îradeya gelê me, pilana dijminan jinav çû.”

Lîwa Behcet Sêlkî wiha got: “Hêza wan pir ji ya Pêşmerge mezintir bû. Lê Pêşmerge karî biser bikeve û ew serkeftin pir mezin û dîrokî bû. Piştî wê jî hevsengî hatin guhertin û wê dastana bi serperiştiya Serok Barzanî hişt ku hebûn û qewareya Herêma Kurdistanê ji destê dijminan parastî bimîne.”

 




Nûçeyên din

Masrûr Barzanî: Iraqeke bihêz, pêdivî bi Kurdistaneke bihêz heye

FRIDAY, 18 SEPTEMBER 2026 00:09:56

Dihok-KDP.info: îro Pêncşemê, 17ê Îlona 2026ê , Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, , ahenga derçûnê ya gera 7ê ya xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê birêve diçe.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bo derçûyên zanîngehê: Destkeftên Kurdistanê baştir bikin

FRIDAY, 18 SEPTEMBER 2026 00:09:14

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 17/09/2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Dihokê beşdarî li rêwresma derçûna xola heftemîn a Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê kir ku bi amadebûna birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dayik û bav û kesûkarên derçûyan û hejmareke zêdeyê ji mêvanan, bi rê ve çû.

 

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Nû yê Fransayê li Hewlêrê kir

THURSDAY, 17 SEPTEMBER 2026 19:09:53

Roja pêncşemê 17ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Emmanuel Mignot, Konsulê Giştî yê Nû yê Fransayê li Hewlêrê kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê:Bicîhkirina Destûrê, kilîla çareseriya pirsgirêkên Iraqê ye

THURSDAY, 17 SEPTEMBER 2026 19:09:14

Sipêdehiya îro pêncşemê 17/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî rêwresma vekirina Lûtkeya Silêmaniyê ya ji bo Aborî û Geşepêdan û Veberhênanê bû ku tê de her yek ji birêzan Serokkomarê Iraqa Federal, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hejmarek ji berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê û karsaz û xwedîkarên navxweyî û biyanî beşdar bûn.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê kir

WEDNESDAY, 16 SEPTEMBER 2026 23:09:15

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 16ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Birêz Niccolò Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact