Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 15:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Barzanî pêşmergeyekî berjewendîxwaz e ji bo netewe û welat
| KDP.info


Aso Elî Ferec

Li pêşiya rewatiya pirsên netewî û niştîmanî de, qet kesî nebihîstiye û nedîtiye ku birêz Serok Mesûd Barzanî carekê ji caran armanan bixe xizmeta amrazan, lê belê berdewam ew yek hilbijartiye ku ew bi xwe û partiya wî û hêz û îradeya wî di xizmeta armancan de bin. Di siyaseta Barzanî de ev yek bi zelalî û dirûstî hatiye dîtin û gelek caran jî baca wê yekê daye ku doza gelê xwe nekiriye qurbanî berjewendiyên taybet yan berjewendiyên hizbî û herwiha qet jî ji mafê gelê xwe paş veneriya ye û qet ti rewşek xerab bi ser gelê Kurd de qebûl nekiriye.

Eger ew pênase baweriya hemû zanayan be, ku dibêjin: “Serkirdeyê karîzma û bihêz, rêberekî ewqasî bihêz e ku dikare gelek xelkê li dora xwe kom bike ji bo bidestxistina armancên xwe). Ev yek di çend qonaxên jiyan û xebat û siyaset û pêşmergayetiya Barzanî de tê dîtin.

Giranî û bandoriya helwêstên Serok Barzanî dihêle ku bêguman ew pênase bi pêşmerge Barzanî dikeve, ku ew yek di helwêst û giraniya Barzanî de eşkere dibe, ji ber ku Serok Barzanî qet ti gefek nikare bandorê lê bike eger ew gef berûvajî armancên wî be.

Di rojên zehmet û dijwar ên netewî û niştîmanî de berdewam pêwîstiya me hemûyan bi rêberekî xwedî karîzma mîna Serok Barzanî heye ku kesayetiya xwe ya bihêz û bi bandor ji bo berjewendiyên bilind ên gelê xwe bikar bîne.

Berê xwe bidin wê yekê ku çawa di çend qonaxên dijwar ên Rojavayê Kurdistanê de, Serok Barzanî piştrast kiriye ku ew rêbertî û nûneratiya rast a gelê xwe dike.

Yekem: Roja 19.8.2013 komîteyeke lêkolînê bi fermana Serok Barzanî ji Başûr çû Rojavayê Kurdistanê ku serdana çendîn bajar û gundan kir, ku lêkolîn li ser wê yekê kirin ku dihat gotin komkujî li Rojavayê Kurdistanê hatine kirin ji bo nehiştina Kurdan li wî perçeyê Kurdiatanê. Piştî vê bûyerê Serok Barzanî dest bi alîkarî û hevkariya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir, bi taybetî jî hêza YPG.

Duyem: Dema ku bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê tenê çend taxên wê di destê YPGê de mabûn û bajar hemû ketibû destê DAIŞê, Serok Barzanî bi rêya hewlên dîplomatîk û pêwendiyên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zexteke mezin kirin ji bo alîkariya Pêşmerge ji Kobanî re, jibilî şandina çek û alîkariyan di meha 10an a sala 2014 de, Serok Barzanî karî Amerîka û Tirkiyê razî bike ku Hêzên Pêşmerge di nava axa Tirkiyê re biçin bi Kobanî ve û nehêlin ew bajêr bikeve destê DAIŞê de.

Sêyem: Serok Barzanî gelek caran aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê anîne cem hev û hiştiye bibin yek. Cara dawî jî di nîvê meha 10 ya sala 2014an de li Duhokê û bi serperiştiya Serok Barzanî aliyên siyasî civiyan ji bo danîna bernameyeke hevbeş ji bo rêvebirina Rojava, lê mixabin ew hewl ji ber siyaseta PKKê jinav çûn.

Çarem: Di 8.10.2019 de Serok Barzanî di peyamekê de hişyarî da ji xerabûna rewşa Rojavayê Kurdistanê û ragihand, em ji ber wê rewşa ku li Rojava derketiye pir dilgiran in û em bi hemû karînên xwe hewl didin ligel gelek aliyan ji bo ku xuşk û birayên me yên li Rojava rastî karesateke din nebin.

Pêncem: Roja 9.10.2019 Serok Barzanî bersiva gotinên Serokê Amerîka Dunald Trump da, ku Trump gotibû: “Kurdan bi çek û pereyan şerê DAIŞê kirin.” Serok Barzanî jî di peyameke pir bihêz û bi bandor de bersiva Trump da û jê re got: “Xwîna Kurdan ji çek û pereyan bi nirixtir e.”

Mebesta min ji rêzkirina van xalan ne ew e ku em minetekê li ti kesî dikin, lê ev karîzma Serok Barzanî ye, ku bi kesayetiya pêşmerge û bi rêbertiya xwe bergîriyê li miletê xwe dike û dixwaze êdî dagîrker xwîna Kurdan nerjînin.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact