Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 SEP 2026 21:00 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Siyasetmedarên Kurd: Referandum dengê hemû perçeyên Kurdistanê bû
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Siyasetmedarên Kurd ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dibêjin, referandum biryareke rast û dirûst a gelê Kurdistanê bû û di referandumê de xuya kir ku xelkê Kurdistanê çiqasî serxwebûn û serbestî û serfiraziyê dixwazin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm ji malpera KDP.info re behsa referanduma Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Roja referandumê rojeke dîrokî bû, ku bo şêweyeke şaristanî xelkê Kurdistanê ji cîhanê re gotin em daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikin. Em mafê me ye û divî rêzê lê bigrin. Rêberê Kurdistanê Serok Barzanî pêşrew û pêşeng bû ji referandumê re û di pêşerojê de dê encamên referandumê xuya bibin.”

Hevdem Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustefa Ozçelîk ji malpera KDP.info re ragihand: “Pirsa gelê Kurdistanê li Başûr pirsa hemû Kurdan e û referanduma gelê Kurdistanê jî di berjewendiya hemû Kurdan û gelên navçeyê û Rojhilata Navîn de ye. Referandumê dengê hemû Kurdan gihand cîhanê û pêngaveke pir baş û pîroz û di cihê xwe de bû. Nabe heya heya çavê Kurdan li destê welatan be, ku rojekê serxwebûnê bidin me. Yê ku daxwaza serxwebûnê bike divê hemû encaman li ber çav bigre.”

Derbarê referandumê, siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Ebdulbasit Seyda jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêngava herî pîroz a gelê Kurdistanê referandum bû. Bac û berdêla serxwebûnê her çiqas be divê Kurd li ber xwe bidin. Biryara referandumê rast û di cihê xwe de bû, ew jî bi rêbertiya Serok Barzanî. Serok bi erkê xwe yê netewî rabî, ku bi demokrasî gelê Kurdistanê karî daxwaza mafê xwe yê rewa bike. Referanduma Başûr ne tenê ya Başûr bû, ya hemû Kurdan bû.”

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye Silêman Oso ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 25ê Îlona 2017an de Kurdan bi dengekî zelal ji cîhanê re gotin em serxwebûnê dixwazin. Çima mafê hemû cîhanê heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide lê mafê me tune ye.”

Serokê Partiya Komonîst a Kurdistanê Sînan Çiftyuek jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara referandumê biryareke jîr bû û derî ji bo serxwebûna Kurdistanê vekir. Bû mijara hemû cîhanê. Kerkûk û Şingal û Xaneqîn jî dengê xwe bilind kirin ku dijmin berdewam xwestiye destê xwe deyne ser wan.”

Sertaç Bûcak Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakûr jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Spas ji xwedê re ku êdî miletê Kurd fêm dike ku kî ji bo serxwebûna Kurdistanê kar dike û kî jî dijayetiya wê dike. Rêbertiya Serok Mesûd Barzanî ji vê pirsê re tiştekî mezin e û dîrokeke mezin e. Kurdan di referandumê de dengê xwe gihandin cîhanê û encamên wê jî zelal bûn. Di dîrokê de, referandum biryareke girîng a gelê Kurdistanê ye.”

Ji aliyê xwe ve, Îshaq Saxlem Serokê Giştî yê HUDA-PARê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di proseya referandumê de cenabê Serok Mesûd Barzanî nîşan da ku gel û civak dikarin ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe bêşer û pevçûn tiştekî ji xwe re bikin. Referandumê peyamek gihand hemû dunyayê û ket dîrokê de. Ew biryar û erkê ser milê Serok Barzanî qet ji bîra Kurdan naçe. Kurdan bi dengeke bilind ji cîhanê re gotin, em şer û nearamiyê naxwazin û em naxwazin dema xwe bi şer bibin, em dixwazin pirsên xwe bi birayetî û dostayetî çareser bikin.”

Şelal Gedo Sekreterê Giştî yê Partiya Çepa Demokrat a Kurdî li Sûriyê jî dibêje: “Xelkê Kurdistanê bi rêbertiya Serok Barzanî ji dunyayê re gotin ku divê Kurd bighên mafê xwe û êdî bindestiyê qebûl nekin û ev yek jî pêngaveke pîroz bû. Ew pêngava dîrokî ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê lê belê ji bo hemû perçeyên Kurdistanê girîng bû.”

Serokê Partiya Azadî ya Kurdistana Sûriyê Tariq Xerkê jî dibêje: “Proseya referandumê pêngaveke dîrokî bû di dîroka rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û Kurdan de, ku Kurdan li pêşiya hemû dunyayê bi awayeke demokrat û di nava Rojhilata Navîn de daxwaza mafê xwe yê rewa kirin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî dike

MONDAY, 07 SEPTEMBER 2026 16:09:30

Hewlêr-KDP.info : Roja Duşemê 7'ê Îlona 2026'an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Seyid Emar Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Ammar El-Hekîm rewşa Iraqê û herêmê gotûbêj kirin

MONDAY, 07 SEPTEMBER 2026 14:09:22

Hewlêr-KDP.info:  Îro duşemê, 7ê Îlona 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Neteweyî Ammar El-Hekîm û şandeke pê re kir.

 
Wezîrê Derve yê Îmaratê sersaxiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re dixwaze

MONDAY, 07 SEPTEMBER 2026 14:09:56

Hewlêr-KDP.info: Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî Yekşem, 6ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku duhî êvarê Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdulah bin Zayid Al Nehyan bi rêya telefonî peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

 
5-9-1988 û Serkeftineka Mezin

SATURDAY, 05 SEPTEMBER 2026 13:09:47

Sebah Beytolla

 
Emmar Hekîm sersaxiyê li Serok Barzanî dike

SATURDAY, 05 SEPTEMBER 2026 13:09:23

Hewlêr-KDP.info:îro 5ê Îlona 2026an ,Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm di peyamekê de, ji ber koça dawî ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand: "Ez beşdarî xem û şîna malbata birêz a Barzanî dikim, bi taybetî birayê min ê birêz Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbatê, xwedêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî." 

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact