Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 1 OCT 2026 04:33 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Apo: Rola ENKS dê di Navçeya Aram de hebe û Pêşmergeyên Roj dê vegerin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Îro navçeya Aram li Rojavayê Kurdistanê destpê kir û serkirdeyê ENKSê Ebdulrehman Apo jî dibêje, ENKS dê rola wê di rêvebirina Navçeya Aram de hebe û Hêza Roj a Pêşmergeyên Rojava jî dê vegere Rojavayê Kurdistanê.

Ebdulrehman Apo ji malpera KDP.info re ragihand: “Projeya Navçeya Aram bi 3 qonaxan tê cîbicîkirin û îro qonaxa yekê birêve çû, ku hemû sînorên rojhilatê Ferat li xwe digre, jibilî bajarê Qamişlo ku di destê hêzên ewlehiya Sûriyê de ye. Amerîka û Tirkiye li ser Navçeya Aram lihev kirine.”

Apo wiha got: “Destpêkirina Navçeya Aram dê çareseriyeke guncayî be ji bo kêmkirina şer li Sûriyê, bi wî mercî ku nêtek û mebesteke din a wan aliyan di vê proseyê de tune be, ji ber ku Sûriye û Tirkiye jî bi avakirina Navçeya Aram razî ne.”

Wî serkirdeyê ENKSê wiha domand: “Di qonaxên bê de ENKS dê roleke berçav û bi bandor hebe di Navçeya Aram de. ENKS û partiyên siyasî û Pêşmergeyên Rojava dê vegerin Rojavayê Kurdistanê û dê rola wan hebe di birêvebirina Navçeya Aram de.”

 




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 19:09:42

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 09:09:16

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact