Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 4 SEP 2026 05:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel kesaytî û xelkê devera Balekayetiyê civiya û ragihand, ew li hember topbaran û bombebarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve nîgeran e. Serok Barzanî herwiha got, “nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin.”

Serok Mesûd Barzanî îro Duşema 12ê Tebaxê bi boneya cejna Qurbanê serdana devera Balekayetî ya ser bi navçeya Çoman a Hewlêrê ve kir û li gel kesayetî û hevwelatiyên vê deverê civiya.

Serok Barzanî di vê civînê de axaftinek pêşkêş kir û têde nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember topbaran û bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve nîşan da û got, nabe Îranê û Tirkiye axa Herêma Kurdistanê topbaran û bombaran bikin.

Herwiha serok Barzanî diyar kir, eger hincet bi Îran û Tirkiyê neyên dayîn, ne ti dever tên topbarankirin û ne jî balafirê şer ti deveran bombebaran dikin.

Serok Barzanî got: “Bi rastî em jî ji wê rewşa xirab a ku li ser sînoran çêbûye, nîgeran in. Hinek caran topbaran e û hinek caran jî bombebaran e, ji aliyê Îran û Tirkiyê ve, bêguman eger hincet nekevin destê Îran û Tirkiyê, ne topbaran tê kirin û ne jî balafir bombebaranan dikin, ji ber vê yekê divê ew rewş were çareserkirin, bi awayekê ku xelkê vê deverê û hemû navçeyên din berdêla wê rewşa xirab nedin.”

Serok Barzanî herwiha ragihand, ewlehiya Herêma Kurdistanê xaleke giring e û tekez kir, divê hewla parastina wê bê dayîn û divê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bê girtin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî got: “Em di nav hewldanan de ne, bi şêweyekê ku nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin, lê belê pêwîst e rewşa herêmê li ber çav were girtin. Tekane cihê hêviya xelkê ye. Eger ev hêvî jî nema, hemû tişt bi dawî tê.”

Serok Mesûd Barzanî behsa serpêhatiya jiyana xwe li devera Balekayetî di dema Şoreşa Eylûlê (Îlonê) de kir û da xuyakirin: “Me 10 sal ji temenê xwe yê herî xweş li vir derbas kiriye, ji salên 1965 heta 1975an. Hemû bîreweriyên me yên xweş, ên li vê deverê ne, zistanan li devera Balekayetiyê em li Dîlmanê bûn li cem Îbrahîm, havînan jî em li Hacî Omeranê bûn.”

Herwiha Serok Barzanî amaje bi giringiya devera Balekayetiyê kir û destnîşan kir: “Ev dever, ji bo me deverekî pir giring e, baregeha serkirdatiya Şoreşa Îlonê li vir bûye, xelkekî gelek dilsoz û xwedan bîr û bawer li vê navçeyê hatine perwerdekirin, gelek zehmetî dîtine, gelek fişara dijminan li ser hebûye, şev û roj firoke bi ser wê navçeyê de geriyane û gundên wê bombebaran kirine. Gelek ji wan gundên ku ketibûne ser xeta Bereyê li Tengava Omer Axa heta digihe Dola Akoyan, ew gund bi şev û roj di bin agirê topxaneya dijmin de bûn. Gund jî ku diketin kûrahiya navçeyê, di jêr êrîş û bombebarana firokeyan de bûn. Lê xelkê deverê xweragir bûn û pabendî yasayên şoreşê bûn û şoreş bi ya xwe dizanîn.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî ragihand: “Dijmin gelek hewl dan, sîxûran li vê navçeyê çêbike, lê belê nedikarî. Gelek hewl da rewşa şoreşê têk bibe, çimku dizanî eger vir têk neçe, li hemû cihên din jî dê rewş têk biçe, lê belê nekarî, lewra îro min bi derfet dît ku ez bême xizmeta we, bo pîrozbahiya cejnê, ji bo ku lêborînê jî ji we bixwazim, çimku eger hûn gazinan bikin, ez gazinên we qebûl dikim, eger hûn nekin jî, ji qenciya we ye. Lê belê ez gazinê li xwe dikim, diviyabû salê carekê bihatibama vê navçeyê, niha jî weke min got, ez ji bo pîrozbahiyên cejnê hatime, daku halê we bipirsim û navçeyê jî bibînim.”

Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e bêtir û baştir xizmeta devera Balekyatiyê bê kirin û da xuyakirin, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî baştir xizmetguzariyan pêşkêşî deverê bike.

Serok Barzanî got: “Bi îzna xwedê, divê di pêşerojeke nêzîk de, bernameyeke rêkûpêk bo vê navçeyê bê danîn, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetguzariyên baştir bo navçeyê dabîn bike.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Ji ber ku vê navçeyê xwe li ber fişareke mezin a şoreşên Îlon û Gulanê girt, divê bê qerebûkirin. Ez kêfxweş im ku ev derfet ji min re hate pêş ku serdana we bikim.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Mihemmed bin Zayid parastina ewlehiya deverê tekez kir

WEDNESDAY, 02 SEPTEMBER 2026 00:09:00

Hewlêr-KDP.info:îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , li bajarê Ebû Dabiyê ligel Serokê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî Mihemmed bin Zayid Al Nehyan civîya.

 
Serok Barzanî sersaxiyê ji binemala Dr. Ebdulfetah Botanî re dixwaze

WEDNESDAY, 02 SEPTEMBER 2026 00:09:00

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê ,Serok Mesûd Barzanî, ji bo koça dawiyê ya nivîskar, akademîsyen, dîroknasê Kurd û .Serokê berê yê Akademiya Kurdî  Dr.Ebdulfetah Botanî, peyameke hevxemiyê belav kir.

 
Serokwezîr Masrûr Barzanî gihîşt Îmaratê

TUESDAY, 01 SEPTEMBER 2026 16:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro sêşemê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, bi serdaneke fermî gihîşt Ebû Zebî ya paytexta Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî.

 
Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Louîs Sako dike

MONDAY, 31 AUGUST 2026 16:08:14

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bo koça dawî ya birayê wî (Lazar Sako), hevxemiya xwe ji bo Mar Louis Sako, Kardînalê Dêra Katolîk û Patriyarkê Kildanî nîşan da.

 
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo Kardînal Luîs Sako

MONDAY, 31 AUGUST 2026 09:08:54

Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya (Lazar Sako) birayê Kardînal Luîs Sako, peyameke sersaxiyê arasteyî cenabê wî û malbata wî kir. Serok Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe nîşan da û ji Xwedayê mezin daxwaz kir ku sebir û aramiyê bide malbata wan.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact