Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 16:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Qaymeqamê Soran: PKK ne li navçeya me be, Tirkiye êrîş û bombebaran nedikir
| KDP.info


---------- Forwarded message ---------
From: Hoshmen Anez <[email protected]>
Date: Mon, Jul 22, 2019 at 1:52 PM
Subject: Kurdissstanii
To: <[email protected]>

 

Soran-KDP.info- Ji ber PKK 130 gundên sînorê Sîdekan li Soran vala bûne û metirsiya valabûnê li ser 20 gundên din jî li wê navçeyê heye. Herwiha ji sala 1991ê ve û heya îro 200 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê şehîd bûne û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûne. Qaymeqamê Soran dibêje, ne ji hebûna PKKê bana dê Tirkiye êrişî naveçeyên me nekirba.

Par ji ber şerê PKK û Tirkiyêm hezar û 342 donim daristan û rez û baxên cotkaran li devera Sîdekanê şewitîn. Îsal jî zêdetir ji 800 donim rez û baxên cotkaran li navçeyê şewitîne.

Hacî Resûl ku welatiyekî xelkê derdora Akrê ye û ji ber ber wan êrîşên ser gundê xwe, neçar bûye ku berê xwe bide bajarê Soran, ji malpera KDP.info re dibêje: “Me ji gund û zozanên xwe bar kir û me bi neçarî berê xwe da Soran û em ketine bin konan de. Rewşa navçeyên ser sînor pir xerabe û zevî hemû şewitîne.”

Ehmed Smaîl ku xelkê Herîr e û diçe zozanan, ji malpera KDP.info re ragihand: “Navçeyên me hemû şewitîne û em neçar mane ku dest ji wan zozanan berdin û vegerin. Em daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin ku ew şerê di nava wan de heye li ser axa xwe bikin, da ku careke din xelkê Başûrê Kurdistanê nebin qurbaniyê destê wan.”

Xidir Ebdulah ku ji Soran e, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber PKK û bordûmana welatên derdorê, milk û malê me yê ku hebû hemû jidest çû. Genmê me hemû şewitî. Rez û baxên cotkaran hemû şewitîn. Me nikarin careke din biçin ser zeviyê xwe û av bidin. Hermû hişt bûne. Ew jî hemû ji ber hebûna PKK ye li navçeyên me. PKK ne li navçeyê be Tirkiye wir bombebaran û topbaran nake.”

Qaymeqamê Soran Kirmanc Îzet ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li sînorê Sîdekan tişteke nerewa û neşeriî ye. Ku ji ber hebûna wê rojane Tirkiye navçeyê topbaran û bombebaran dike û xelkê me şehîd dibin û ziyaneke madî mezin dighê navçeyê. Ev hemû ji ber PKKê ye. Ji ber ku eger ne ji ber PKKê be, Tirkiye êrîş nake û navçeyê topbaran neke.”

Kirmanc Îzet wiha got: “Ji sala a1991ê ve PKK li navçeyên ser sînor ên Başûrê Kurdistanê bicîh bûye, heya niha nikariye tenê gundekî li Bakurê Kurdistanê azad bike. Lewma hebûna PKK li wan navçeyan ziyanê dighîne Kurdan, ji ber ku ew navçe di bin deselata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nemane. Rojane Îran û Tirkiye li navçeyên me didin û xelkê sivîl şehîd û birîndar dibin. Bi hezaran donim zevî û dexil û bax û rezên welatiyan dişewitin û bi milyonan dolar ziyan dighê cotkaran. Ziyaneke mezin dighê geştiyariya Herêma Kurdistanê. PKK li wan navçeyan nebaya dê Hikûmeta Kurdistanê karîba xizmeta wan navçeyan kirba û dê gelek geştiyaran berê xwe daba wir. Lê niha xelkê wan gundan newêrin biçin ser gundê xwe. Li Sîdekan ji nava 263 gundan, tenê 138 gund avedan in. Herwiha tenê ji par û heya niha 5 gund vala bûne. Bi wateya ku 130 gund li wir vala bûne, û niha metirsî li ser 20 gundên din jî heye ku ew jî vala bibin. Ji ber hebûna PKK li navçeyê ji sala 1991ê ve û heya îro zêdetirî 200 welatî şehêd bûne û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûne.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact