Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 15:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê li navçeyê de wekî fakterekî aramiyê dimîne
| KDP.info


Paris-KDP.info- Di dema serdana xwe ya Parîsa paytexta Fransa, êvariya îro pênçşem 11/07/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, hevdîtinek li gel revenda Kurd û dostên Kurdistanê li Parîsê encam da.

Li hevdîtinê de rêzdar gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Hûn hemû bixêrhatin…

Gelek xweşhalim ku li çarçêweya serdana me ya li Parîsê de, îro li gel revenda Kurdî li Parîsê komdibim. Bixêrhatin, ser çavan. Her wiha xweşhalim ji bilî revenda Kurdî, dostên me yên Fransî, Balyozê Iraqê li Parîs û Nûnerên hejmarek balyozxaneyên welatên dost li vir amadene. Hûn hemû bixêrhatin.

 

Serdana me ya Parîsê li ser vexwendineke Serokê Fransa birêz Emmanuel Macron bû, doh li koşka Êlîzê me civîneke baş li gel encam da. Wekî hemû aliyek agahdarin peywendiyên Herêma Kurdistanê û peywendiyê giştiyên Herêma Kurdistanê li gel Fransa dîrokî ne. Fransa yekem welat bû biryara dirustkirina navçeya aram ya li Herêma Kurdistanê, di dema xwe da ji bo parastina mîlletê me da. Piştî wê jî li gel dewleta Fransa bi taybetî Serok Mitterand ev peywendî berdewam bûn.

 

Beriya salekî piştî rûdanên referandumê, Fransa li aliyê siyasî ve rolekî gelek mezin dît ji bo dûbare hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û li wê baweriyê da me eger ev rola siyasî ya Fransa nebûya li wê demê da ku dijwariyeke tund hebû, diyar nebû rewşa Herêma Kurdistanê berev çi aliyek diçû. Fransa dergehê xwe yê siyasî ji bo gelê me vekir û li gel welatên dinê Ewrûpa bi mebesta çareserkirina kêşeyan li gel Bexda hewla ciddî da.

Xweşhalim ku dibêjim piştî salek û çend heyvek me hevdîtinê li gel Serok Macron encam da. Îro Kurdistan ketiye qonaxekî gelek cûda li gel berî niha û peywendiyên me li gel Bexda berev baştir diçin û hêvîdarîn li ser bingeha destûra Iraqê wan kêşeyan çareser bikîn ku çend sale bi helawestî mane û baweriya me wiha ye bi hatina hikûmeta nû ya Iraqê ya bi Serokayetiya birêz Adil Abdulmehdî dikarîn ji bo wan kêşeyên ku li navbera me da hene, çareseriyê peyda bikîn.

Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn pirsekî ciddî ye û pêwîste çareser kirina wê jî siyasî bê, li wan welatên ku Kurd têda dijîn her yek li gor taybetmendiya xwe. Xweşhalim radigihînim ku doh kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel aliyên beşdarên hikûmetê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û aliyê siyasiyên Turkmen û Mesîhiyan hate pêkanîn.

Em gelek bi geşbîniyê ve temaşa rewşa Herêma Kurdistanê dikîn û hewlên me yên ciddî ji bo ewene wekî hemû carekî Herêma Kurdistanê, wekî fakterekî aramiyê li deverê da bi giştî bimîne.

Carekî din ji bo hatin û amadebûna we, spasî we hemûyan dikim, bixêrhatin.

 

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact