Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 28 SEP 2026 15:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

NY di perawêza nameyeke Nêçîrvan Barzanî de
| KDP.info


 

Remezan Nesredîn Kêvlî

Neteweyên Yekgirtî yek ji mezintirîn û bibandortirîn rêxistinên cîhanî ye ku li ser bingehên aştî û asayişa navdewletî bi taybet di qonaxekê de hatiye damezrandin ku cîhan hemû rastî şerên xwînawî bûye, qurbanî û zerermendên şerên cîhanî berdewam zêde dibûn û kêşe û giriftên siyasî û abûrî û civakî pir bilind bûne û mijarê aborî û mafê mirovan di metirsiyeke pir mezin de bûne û ro j bi rojê çek ber berev zêdebûnê ve çûne û jiyan bi giştî di bin êrîşên welatên bihêz de bûne, lewma di demekê de ev rêxistin hatiye avakirin ji bo ku li ser hemû astan aştî û asayişa navdewletî biparêze. Rast e berî avabûna wê Civata Gelan hebû lê belê ji encamê xwevekişandina çend welatan ji vê civatê rola wê lawaz bûye û nikariye wek pêwîst rola xwe bibîne.

Çendîn kêşe û giriftên navdewletî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve li ser tewerên siyasî û leşkerî hatine çareserkirin ji ber weke rêxistineke nîvbijîwan karê xwe kiriye û raportên wê yan jî biryarên wê bi taybetî jî li Encûmena Ewlehiyê pêwîst e bên cîbicîkirin.

Ji bo cara yekê Neteweyên Yekgirtî di pirsekê de destêwerdaneke navdewletî dike, di bin navê destêwerdana mirovî bû, ew jî li koça milyonî ya Kurdan bû di bûhara sala 1991ê de û di bin biryara hejmare 668 de bû, ku li gorî wê biryarê devereke aram hat avakirin û ev yekem car bû ku biryareke bi vî rengî derkeve û pirniya welatan digel vê biryarê de bûn.

Ji ber giringiya vê rêxistina cîhanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çend rojên derbasbûyî de ji bo Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiyê nameyek şandiye û di wê nameyê de dergeheke baş tê de heye ji bo çareserkirina pirsên daliqandî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de û di wê nameyê de çend xalên girîng hene, wek:

Nêta paqij a Herêma Kurdistanê bûye ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû hikûmetan de bi riyên aştiyane û dûr ji bikaranîna hêzê.

Beşdarîkirina aliyê sêyem weke bijêvanê navdewletî bêy sepandina her hizr yan projeyeke tak rewane ji aliyê hikûmetekê ve.

Nehiştina zêdebûna qurbaniyên mirovatiyê ji bo meramên siyasî û netewî.

Xala ji hemûyî giringtir ew e, beşdarbûna rêxistinên cîhanî ye ji bo encamdan û yekalîkirina van pirsan ji ber ku niha rewşa Rojhilata Navîn di nava çendîn guhertinên dijwar de derbas dibe.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çendîn nameyên din lixwe digre ji wan jî giringîdan e bi pirsên mirovî yan jî asta geşepêdana mirovê Kurd bi rêya destnîşankirina nûnerekî Neteweyên Yekgirtî ji bo karşbarên mirovî ji ber me li Herêma Kurdistanê di vê biyavê de pêdviyeke mezin bi mijarên geşepêdana mirovî heye ji ber wan ziyan û bûyerên ku di nava me de dirûst bûne, nexasim di dema qonaxên derbasbûyî de ji şerên ku hatine sepandin li ser Kurdistanê.

Ji aliyekî din ve ew kirên ku rojane li dijî xelkê Kurdistanê tên kirin li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 û daxwazkirina Nêçîrvan Barzanî bo destnîşankirina nûnerekî ji Neteweyên Yekgirtî bo cîbicîkirina madeya 140 nameyeke aştiyane ye û îsrara Herêna Kurdistanê nîşan dide ji bo cîbicîkirina vê madeyê bi riyên aştiyane û dûr ji sepandina siyaseta dîfakto yan jî sepandina siyaseta netewî yan mezhebî li ser xelkê wan deveran hebûye û ev hemû li dijî bingehên mafê mirovan bûye û li dijî binemayên ku Neteweyên Yekgirtî dirûst kirine.

Ev nameyek e ji bo hemû welatên cîhanê ku Herêma Kurdistanê herêmeke aram e û pêwîst e îtîraf bi hemû dezgehên vê herêmê bê kirin û federalîzim bê cîbicîkirin.




Nûçeyên din

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 19:09:15

 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Avusturya yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 16:09:32

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşemê, 27ê Îlona 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê birêz Axel Wesch kir.

 
Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 17:09:05

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”

 
Mesrûr Barzanî salvegera referandûmê li gelê Kurdistanê pîroz dike

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 11:09:31

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera nehê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact