25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Eyad Elawî guhertinên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Siyasetmedarê Iraqê Eyad Elawî kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa Iraqê û guhertinên navçeyê gotûbêj kirin Îro Pênçşema 23.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî kir.
 
Di hevdîtinê de herdû alî di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîn û herwiha behsa şerê DAIŞê û pêşhat û guhertinên navçeyê jî kirin.

Nûçeyên têkildar