Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 28 SEP 2026 14:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Xelkê Duhokê wek çiyayekî bilind li pişta PDKê ne..PDK dê serkeftineke din bidest bîne
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di rêwresma lîsta 183 ya PDKê li parêzgeha Duhokê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, 30 Îlonê PDKê serkeftineke mezin tomar dike, serkeftina PDKê serkeftina Kurdistanê ye. Mesrûr Barzanî got ku xelkê Duhokê wek çiyayekî bilind li pişta PDKê ne.

Îro 13-9-2018 PDKê li Duhokê bi rêwresmekê bi fermî dest bi bangeşeya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê kir û di destpêkê de berbijarên parêzgeha Duhokê dan nasandin.

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî di gortarekê de ragihand, “Em hemû soz didin bo serxistina lîsta 183 ya PDKê û serxistina berbijaran. Di meha Îlonê de pir destkeft ji gelê Kurd re hatin û PDK wek endezyar û avakera wan destkeftinan bû. di 11ê Îlonê de Şoreşa Îlonê dest pê kir, ku mezintirîn şoreşa niştimanî û netewa Kurd li seranserî Kurdistanê bû û çendîn destkeftên mezin ji Kurd re anîn.”

Herwiha got: “25ê Îlona sala bûrî çareke din vîna gelê Kurd biser ket, dema ji sedî 93 gelê Kurd dengê xwe da serxwebûnê û dubare ew destkeft, destkefta PDKê bû.”

Mesrûr Barzanî got: “Me par qonexeke nexweş derbas kir. destkeftên mezin jî ji bo me hebûn, lê bi xweragiriya gelê Kurd bi awayekî giştî û bi serokatiya Serok Barzanî me karî wê qonaxê derbas bikin û careke din pêgeha bihêz a Kurdistanê di cîhanê de biçespînin. Spas bo helwest û piştevaniya gelê me, ew piştevaniya bo PDKê cihê şanaziya me ye.”

Herwiha amaje bi wê jî kir: “Berî çend mehan, hilbijartinên parlemantoya Iraqê hate birêvebirin û bi piştevaniya we, PDK bû yekem partî li ser astê Iraqê û zêdetirîn kursî wek partî bidest anî.

Diyar kir jî, “Em di qonaxa diyarkirina çarenivîsa milet û welatê xwe de ne, em hîna negihîştine dawî qonax ji xebata xwe, ji ber wê her biryarek di wê derbarê de bê dayîn, dibe ku bandorekê li ser riya çareseriya pirsa miletê me bike.”

Ameje bi girîngiya vê xula parlemantoyê kir û da zanîn, “Ev parlemantoya vê carê roleke wê ya bibandor bo diyarkirina biryar û derbaskirina yasayan dibe û ji bo çavdêriya hikûmeteke bihêz ku hêvîdar in li ser destê PDK bê damezrandin bikin û herwiha deng û baweriya we biguhêzin û bergîrî li maf û daxwazên we bikin, dengên xwe bidin wan berbijarên ku di parlemantoyê de berevaniyê di ber daxwaz û mafên we de bikin.”

Herwiha Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî got: “Hilbijartinên bûrî rikberiyek bû, bo hewl û planên nehezan ên têkdana aramiya Kurdistanê û dagîrkirinê jinav bibin. Çend hewl hatibû dan jî bo pêgeha PDKê li ser astê Kurdistanê û navçê kêm bibe, lê bi xwîna Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê, hemû plan hatin şikandin û ji wê zêdetir pêgeha Herêma Kurdistanê gihîşt asteke pir bilind.”

 




Nûçeyên din

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 19:09:15

 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Avusturya yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 16:09:32

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşemê, 27ê Îlona 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê birêz Axel Wesch kir.

 
Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 17:09:05

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”

 
Mesrûr Barzanî salvegera referandûmê li gelê Kurdistanê pîroz dike

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 11:09:31

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera nehê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact