Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 30 SEP 2026 00:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Tişta rast me encam da..Referandum behane bû
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî dibêje, eger referanduma serxwebûna Kurdistanê nehatiba kirin dê ziyanek mezintir gihîştiba Kurdistanê. Herwiha got ku referandum behane bû ji bo êrîşa Iraqê li ser Kurdistanê û tişta ku Kurdistanê dît ku rast e, encam da.


Serok Barzanî duh bersiva pirsên pêşkêşkara televîzyona CNN Kirîstiyan Emanpûr yên li ser rewşa Kurdistanê û bûyerên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê da.
Barzanî li ser êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li dijî Kurdistanê got, ew êriş beriya referandumê hatibûn pilankirin, referandum behane bû.
Serok Barzanî her wiha got, referandum mafekî me yê demokratîk bû û me ew mafê xwe bicîh anî. Eger me referandum nekiriba wê çaxê dê ziyanek mezin gihîştiba Kurdistanê.
Li ser helwesta Amerîka li hember êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li dijî Kurdistanê jî Serok Barzanî got, tiştekî gelekî sosret e ku yên ku li ba Amerîka terorîst tên dîtin, bi tank û çekên Amerîkî êrişî me dikin! Vê yekê jî li ber çavên efser û rayedarên Amerîkî dikin!
Serok Barzanî li ser deverên Kurdistanî yên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine dagîrkirin jî got, ew deverên ku ji dest derketin bi şer ji dest derneketin. Ji ber wê jî normal e em hinek tiştan bi awayekî demkî ji dest bidin. Me îradeya gelê xwe hilbijart. Jixwe eger îradeya me ji dest derketiba wê çaxê gelekî zor û zehmet dibû.
Barzanî rexne li bêdengiya civaka navdewletî li hember êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li dijî Kurdistanê jî girt û got, piştî referandomê me dît ku Kurdistan bi tenê ye û divê gelên mezlûm tenê pişta xwe bi xwe girêbidin. Têgehên mafên mirov, mafên gelan, azadî û demokrasî hemû vala û pûç in!
Serok Barzanî di dûmahîkê de daxwaz ji Bexdayê kir bi Hikûmeta Kurdistanê re dest bi diyalogê bike û got, ji ber ku şer malwêranî ye bo hemû Kurdistanê û ti xêra şer nîne.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 19:09:42

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 09:09:16

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact