Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Altan Tan: Kurdan, Erdogan rizgar kir

 

Ajans-KDP.info- Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan li ser referanduma duh a li Tirkiyê nirxandinek kir û ragihand: “Kurdan, Recep Tayyip Erdogan rizgar kir.”

Altan Tan ku beşdarî di bernameyeke televizyonî de kiribû, derbarê referanduma duh a li Tirkiyê de ragihand, eger pêvejoyeke nû neyê damezrandin dê rêjeya kêmbûna dengê desthilatê berdewam bibe û got: “Hevpeymaniya ku birêz Recep Tayyip Erdogan bi MHPê re kiribû, şikest û cardin rewşeke pir balkêş e ku kurdan birêz Edogan rizgar kirin. Pêwîst e, birêz Tayyip cardin nirxandinekê bike û pêwîst e deynê wê wefaya kurdan jî were dan.”

Li ser pirsyara, gelo eger hevserokên HDPê û parlamenterên wê partiyê girtî neban, dê encam ciyawaz ban yan na, Parlamenterê HDPê yê Amedê wiha bersiv da: “Bêguman dê ciyawaz ba. Bi veguhastina cihê 500-600 hezar dengan, ew tablo tê guhertin. Eger hemû ew tişt li ber çavan werin girtin, lezim e birêz Tayyip bi MHPê re hevpeymaniyê neke, belku cardin bi HDPê, Kurdan, lîberalan û bi sosyal demokratan re, ji bo Tirkiyeyeke demokrat pêngavan bihavêje.”