Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şingal- 50 berpirsên leşkerî û hizbî ji PKKê cuda bûne

 

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, jibilî ku hejmareke mezin ji çekdarên PKKê dest ji YBŞê berdane û hatine nava Hêzên Pêşmerge, herwiha zêdetirî 50 berpirsên leşkerî û hizbî yên PKKê li Şingalê ji wan veqetyane.

Qasim Dirbo Fermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojane çekkdarên YBŞ ji PKKê cuda dibin û tên û tevlî Hêzên Pêşmerge dibin û tenê di nava çend rojên borî de û piştî girûpa yekem ku hejmara wan 500 çekdar bûn û niha em wan perwerdeya leşkerî dikin, niha 100 çekdarên din jî ji wan veqetiyane û hatine cem me. Heriwha ew çekdarên ku cuda bûne mûçeyê xwe yê yekem wergirtin.”

Dirbo wiha got: “Roj bi roj PKK li Şingalê lawaztir dibe û niha jibilî ku berdewam çekdar ji wan dûr dikevin, herwiha zêdetirî 50 berpirsên wan ên leşkerî û hizbî cuda bûne û li mala xwe rûniştine. Ew encumenê ku PKK ava kiribûn, ev kes di nava wan encumena de bûn û PKK ew perwerde kiribûn, lê niha ti pêwendiya wan bi PKKê re nemaye.”