Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Êzdî û Şebek: Em ji referandumê re amade ne..Em naxwazin ligel Iraqê bin

Deşta Neynewa-KDP.info- Kurdên Êzdî û Şebek li Deşta Neynewa dixwazin deşta wan bibe parêzgehek û bikeve ser Herêma Kurdistanê de. Herwiha piştgiriya referanduma Kurdistanê dikin û dibêjin ew amade ne ku referandum li navçeyên wan jî bên kirin.

Nûnerê Kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê de, Salim Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Em rijd in li ser wê yekê ku pêwîst e Deşta Neynewa bibe parêzgehek û bikeve ser Herêma Kurdistanê. Em piştevaniyê li kirina referandumê li Deşta Neynewa dikin û herwiha em piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê jî dikin û em dixwazin di nava dewleta Kurdistanê de bin. Li gorî destûra Iraqê jî ji mafê rewa yê Herêma Kurdistanê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Lewma jî em dixwazin ligel Herêma Kurdistanê bin, da ku em parastî bin û karesatên din neyên serê me.”

Ji aliyê cografî ve, Şingal nakeve Deşta Neynewa de, lê ew Kurdên Êzdî ên ku gund û navçeyên wan dikevin sînorê Deşta Neynewa de, wek Kurdên Şebek dixwazin Deşta Neynewa bibe parêzgeh û bikeve ser Herêma Kurdistanê.

Kesayetiya Êzdî û parlemanterê berê yê Iraqê Şerîf Silêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî biparêzgehbûna Şingalê, biparêzgehbûna Deşta Neynewa jî karekî girîng e, lê pêwîst e parêzgeha vê deştê li ser bingeha cografî û olî û siyasî bê dirustkirin.

Kurdên Êzdî ligel wê yekê ne ku deverên wan bi fermî vegerin ser Herêma Kurdistanê û di referanduma serxwebûna Kurdistanê de beşdar bibin, ji ber ku em naxwazin ligel Iraqê bin.”