Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mamosteyên Zanîngeha Dihokê: Welatên cîhanê dê piştgiriyê bidin serxwebûna me

Dihok-KDP.info- Mamosteyên Zanîngeha Dihokê dibêjin, nabe aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çalaknekirina Parlamentoya Kurdistanê bikin astengî li pêşiya referandumê. Herwiha tekez dikin ku welatên cîhanê dê piştevaniyê bidin referanduma Başûrê Kurdistanê.

Dr. Reza Xalid ku mamoste ye di Zanîngeha Dihokê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev projeya ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destpê kiriye, pir pîroz e û divê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê piştgiriyê lê bikin, da ku xwîna şehîdan û xebata gelê Kurd vala neçe. Îro roj Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê xwedî pêgeheke girîng û mezin e, lewma jî pêwîst e em vê derfetê ji destê xwe nebin û em îsal referanduma xwe bikin, da ku em vê piştgiriya navdewletî jidest nedin.”

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Sebah Daûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Nabe hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê çalaknekirina parlemantoyê bikin astengî li pêşiya referandum û serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku eger em gihîştin serxwebûna xwe dê bi awayekî hêsantir pirsgirêkên me çareser bibin, lewma jî divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî zû rojekê ji bo referandumê diyar bike, da ku xelkê Kurdistanê bi riya wê referandumê çerenivîsa xwe diyar bike.”

Elî Mamend ku ew jî maosteyê zanîngehê ye li devera Amêdiyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha baştirîn dem e ji bo wê yekê ku gelê Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, lewma jî pêwîst e her Kurdek piştgiriyê li vê pêngava Serok Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku ev derfetek e û dûbare nabe. Herwiha ligel ragihandina serxwebûna Kurdistanê, dê piraniya welatên cîhanê piştgiriyê li xelkê Kurdistanê û biryara wan bikin. Lê divê niha em yekîtiyekê di nava xwe de ava bikin.”