Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Referanduma Tirkiyê û helwesta miletê Kurd

 

Çavdêrek

 

Çend rojên din, hilbijartin ango referandoma yasaya bingehîn ya destûra Tirkiyê birêve diçe. Ew prose jî li nava Tirkiye û Kurdistanê jî bûye rojeveke gerim û hemû alî behsa wê dikin ku gelo dê encama wê referandomê çi be?

Li her perçeyeke Kurdistanê eger proseyeke siyasî bê holê, divê em bi realît û li gorî berjewendiya doza gelê xwe hizir lê bikin, divê em dûr ji atîfe û dilê xwe biryarê li ser bidin. Lewma jî pir rewa ye ku em bi hesteke berpirsyaretî berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê û em zanibin ku dê helwesta wan li ser referandumê çi be.

Divê her welatiyekî Bakurê Kurdistanê bi çavê berjewendiya welatê xwe Kurdistan û di berjewendiyên xwe yên neteweyî de, hizir bike ku çawa dengê xwe bide. Lewma jî, baştirîn rê ew e ku her welatiyek û her kurdekî Bakurê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bide û berjewendiya gelê xwe destnîşan bikin, di berjewendiya gelê Kurdistanê de biryar û dengê xwe bide, herwiha nekeve bin hest û gef û siyaseta jirêbirinê.

Pir girîng e miletê Kurd li Bakur ew şaşîtiya ku di Hizêrana 2015ê de ketênê, dûbare nekin, ku bi rêjeyeke mezin ketin Parlamentoya Tirkiyê û dikarîbûn gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bikin û armancên gelê Kurd pêk bînin, lê li şûna wê yekê, wek me dît parlemanto û bajarên Bakurê Kurdistanê bi siyaseta xwe ya şaş, jirê birin û di encamê de şer ligel Hikûmeta Tirkiyê destpê kir û di dawiyê de jî bi rijandina xwînê ezmûna wan bidawî hat.

Proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê proseyeke cidî ye, pirsgirêka miletê Kurd tenê divê bi riya aştî û bi riya gotûbêj û maseya diyalogê çareser bibe, lewma jî her aliyek ku miletê Kurd ber bi şer û rûbirûbûna bêbername û dûr ji berjewendiya welatê xwe ve bibe, ew dijminayetiyê li hemberî miletê Kurd dike û di encamê de xiyanetê li hemberî doza gelê xwe jî dike, lewma jî pir girîng e ku welatiyên Bakurê Kurdistanê di proseya referandumê de nekevin bin bandora ti gef û propagendeyeke ne di cihê xwe de,herwiha nekevin bin bandora ti atîfe nesiyasîm da ku dîsa jirê neyên birin û dîsa nekevin nava şer û tevliheviyan, û ji maseya diyalogê dûr nekevin.

Gerek ji bîra we neçe ku gotûbêj û danûstandin proseyek e ku divê hemû miletê Kurd tê de bin, hemû alî û partiyên siyasî û kesayetî û hemû welatî jî bi dengê xwe piştevaniya wê bikin. Divê rewşa Bakurê Kurdistanê aram bibe û careke din rê li pêşiya pêvajoya aştiyê bê xweşkirin û hemû armancên miletê Kurd di wê pêvajoyê de li pêşiya çavê hemû cîhanê pêk werin, ku ji bo vê yekê jî pêwîstî bi xebat û zanebûn û jêhatiyeke siyasî heye, lewma jî careke din pêwîst e xelkê me li Bakurê Kurdistanê bi wî canî di berjewendiya Kurdistanê de û di berjewendiya aştiyê ji bo neteweya xwe de, di referandumê de beşdar bibin û dengê xwe bavêjin sendoqan, herwiha li gorî helwesta xwe beşdar bibin.