Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Emê ji bo serxwebûnê îsal referandumê bikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Berîtanyayê bi Serokatiya wezîrê dewlet bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Tobias Martin Ellwood kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo ragihandina serxwebûna xwe, dê îsal referandumê lidar bixe.

Di civînê de ku balyozê Berîtanyayê yê li Iraqê û nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Berîtanyayê jî tê de beşdarbûn behsa têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Berîtanyayê û pêşhatên siyasî, leşkerî û qonaxa Iraqa piştî DAIŞê hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û şanda Berîtanî tekez li ser girîngiya karên hevbeş yên bo çareser kirina kêşeyên siyasî yên ku beriya şerê dijî DAIŞê hebûn hate kirin û di vê derbarê de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Bawerî di navbera pêkhateyên Iraqê de nemaye û mezintirîn kêşe li Iraqê nebûna baweriyê di navbera pêkhate û aliyan de ye, lêbelê têkbirina DAIŞê derfeteke baş diafirêne da ku hewl bo çareserkirina mayînde û rastîn ya tevahiya kêşeyên berê û yên niha yên Iraqê were dayîn.”

Di beşeke din ya civîna han de behsa kêşe û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de hate kirin û Mesrûr Barzanî tekez li ser mafên welatiyên Kurdistanê kir û got: “Dê îsal Kurdistan ji bo ragihandina serxwebûnî refrandumê bike, jiber ku dema vê yekê hatiye û part û aliyên siyasî guhdariya daxwazên xelk bikin.”

Ji aliyê xwe ve jî Tobias Martin Ellwood balkêşande ser biryara hikûmeta Berîtanyayê ya bo pêşkêşkirina piştîwaniya leşkerî bo hêzên pêşmerge û tekez li ser dom kirina ew piştîwaniya han kir.

Ellwood herwiha pêngavên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Kurdistanê de jî bi girîng wesif kir û got: ”Dibe ku Kurdistan bibe nimûneyeke baş a demokrasiyê.”

Di dawiya hevdîtina han de her du aliyan tekez li ser bihêztirkirina têkiliyên dualî yên di navbera Berîtanya û Kurdistanê û herwiha dostatiya navbera Kurdistan û Berîtanyayê di şerê dijî terorê de kir.