Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Brîtanya qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ji Wezareta Derve ya Brîtanya kir û di wê hevdîtinê de, herdu aliyan qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirin.

Roja çarşem 12.04.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Wezareta Derveyê Brîtanya kir ku ji Tobiyas Îlwod Wezîrê Dewlet yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa ya li Wezareta Derve ya Brîtanya û Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û çend şêwirmendeke ji Wezareta Derveyê Brîtanya pêkhatibû.

Di hevdîtinê de şanda mîhvan silavên Serok Wezîra Brîtanya bi Serok Barzanî gihand her wiha ronahî xistin li ser biryar û raspardeyên Lîjneya Asayîşa Brîtanya ku tekez li ser helwestên li ser rewşa Iraq û piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin ku wekî hêzekî bi bandor li rûbirûbûna terorê de heye.

Herwiha şanda mêhvan pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û qehremaniya Pêşmerge û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê ya li şerê terorîstên DAIŞê û azadkirina Musilê hebû.

Li vê civînê de bi hurî gumanên her dû aliyan yên di derbarê qonaxa piştî azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û eve jî dûpat kir ku li qonaxa piştî azadkirina Musilê pêwîste birêvebirin û parastina wî bajarî rengvedanên daxwaza xelk û pêkhatên neteweyî û olî yên parêzgeha Nînowa bê. Her wiha di vê qonaxê de hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda û civaka navdewletî û nîştecihên parêzgeha Nînowa hebê û di derbarê vê babetê de pêşniyar û çareserî hatin nirxandin.