Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Partiyên Turkmanî piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê..Sibe PDK û YNKê dicivin

 

Hewlêr-KDP.info- 11 partiyên siyasî yên Turkmanî piştî civîna bi şanda hevbeş a PDKê û YNKê re piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê û vegeriyana Kerkûkê bo ser xaka Herêma Kurdistanê aşkere kirin.

Şanda hevbeş a Pasrtiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro duşemî 10ê Nîsana 2017ê saet 15:00 li Hewlêrê bi armanca gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi nûnerên 11 partiyên Turkmanan re civiyan.

Piştî bidawîhatina civînê, konfranseke rojnamevanî ya hevbeş hat lidarxistin. Di vê konfransa rojnamevanî de, Endamê Polîtboruya YNKê Ednan Muftî li ser navê şanda hevbeş a YNKê û PDKê axivî û civîna îro ya bi 11 partiyên Turkmanî re bi erênî bi nav kir.

Ednan Muftî got, hewlên ji bo lidarxistina referanduma Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û tekez kir, ku komîteyek hevbeş ji bo referandumê tê avakirin.

Muftî li ser helwesta alî û partiyên siyasî yên Turkman jî axivî û diyar kir, ku partiyên Tirkmen piştgiriya xwe ji bo referandumê anîn ziman.

Muftî got: “Me mijarên referandumê û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bi birayên xwe yên tirkmen re behs kir, wan jî helwesta xwe nîşan da ku piştgirî li bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û lidarxistina giştpirsiya (referanduma) ji bo serxwebûna Kurdistanê kirin”.

Derbarê heman mijarê de nûnerên aliyên Turkmanan diyar kirin: “Di çend rojên derbasbûyî de, medyaya kurdî giranî xistibû ser wê yekê ku Tirkmen li dijî hildana Ala Kurdistanê li Kekrûkê ne. Nexêr, Tirkmen ne li dij in, belku hinek partî û alî hene ku li dij in. Weke tirkmen, %90ê me, em li gel bilindkirina Ala Kurdistanê û referandumê û hemû mafên gelê Kurdistanê ne”.

Muftî ragihand: “Komîteyeke hevbeş bo lidarxistina referandumê dê pêk were. Herwiha dê sibe cardin PDK û YNKê bicivin.”