Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kekê Cemîl Bayik, yê Şingal rizgar kir, PDK bû

Mehmûd Mihemed

Gelek caran di şerna de, şert û merc nabin alîkarê serkeftinê, lewma jî paşvekişana demkî yan jî şikestin li pey wî şerî tê. Lê piştre bi pilan, hêz û karînên nû rûbirûna dijmin tê kirin û serkeftin bidestve tê.
Karesata ku li Şingalê çêbû, kesî nedixwest çêbibe, lê rû da. Di gelek şerên mezin ên di navbera dewletan de, gelek welatan bi ser neketin û piştre toleya xwe rakirie. Eger Kekê Cemîl Bayik û Kekê Reza û Kekê Murad piçekî xwe biwestînin û berê xwe bidin dîroka çend welatan, dê bibînin gelek welatên Ewropî û Asyayê jî rastî şikestinên wisa di şer de hatine.
Belê karesatek li Şingalê çêbû, lê soza azadkirinê hat dan û Şingal hat rizgarkirin. Hêzên Pêşmerge ew navçeyên ku DAIŞê ji artêşa Iraqê stendibûn, rizgar kirine. Gerek Kekê Cemîl cavê xwe li hemberî wan hemû serkeftinên Hêzên Pêşmerge ji Xaniqîn û Celewla heta bi Kerkûk û Mexmûr û Deşta Mûsilê, negirtiba û tenê behsa şikestinekê nekiriba. Tevî ku ew û partiya wî jî qet nikarin serkeftin û pêşketinên hêz û aliyên din ên perçeyên Kurdistanê bibînin û qet hêvî bi wan nîne ku baştir bibin..
Li gorî Hevserokê KCKê be, eger hêzek di şerekî de bi ser neket, piştî wê eger çiqasî wî dijminî bişkîne jî êdî mafê wê hêzê tune ye ku bê ser wê erdê. Lewma jî divê em ji wî birêzî re bêjin: Ti partiya te hûn ji kûderê hatine û hûn niha li kûderê ne? Hemû jiyana we ya siyasî û leşkerî şikestin û rev bû. Piştre hûn nikarîbûn tenê nêzîkî wan cihan bibin ku hûn di şer de lê hatine şikestin û hûn jê revyane.
Li gorî nêrîna we ya li ser Şingalê be, hûn bi çi heqî behsa çarenivîsa Bakurê Kurdistanê dikin? Ku hûn bi sedan km jê dûr ketine û reviyane cihekî ku Hêzên Pêşmerge û xelkê şoreşgêr ên Başûrê Kurdistanê ji bo rizgarkirina wî bi dehan sal şer jê re kirine û qurbanî di ber de dane û rizgar kirine, ku wê demê tenê navê we tune bû. Naxwe ne ji mafê we jî behsa Amed û Cizîr û Wan û Geverê û…. bikin, ji ber ku hûn ne di şer û ne jî di siyasetê de we serkeftin nedîtiye û we tenê şikestin dîtiye û hûn ji wir reviyane.
Tişta ku Cemîl Bayik û hevalên wî Reza Alton û Murad Qereyalan dibêjin tenê û tenê şerê dijminan e û hûn tînîn devê deriyê me, herwiha rêgirtin e li pêşkeftinên xelkê Herêma Kurdistanê. Ew dijmin jêhatî ne, ku bi we diyayetiya Kurdan dikin.
Em wek xelkê Herêma Kurdistanê mijûlî karên mezin in û hûn jî bi tiştên pir biçûk daketine. Em mijûlî serxwebûna Kurdistanê ne û hûn jî mijûlî kanton û cudakirina bajar û çiyayên Kurdistanê ne. Erkê ser milê we bûye bergirî li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê, lê hikûmetên van 4 welatan dikarin ji we bêtir yekîtiya axa welatê xwe biparêzin. Lewma jî em li vir dipirsin: Hûn çima wan hemû ciwanên Kurd bi kuştin didin û dê çawa xelkê Bakurê Kurdistanê ji we qebûl bikin. Gelo piroje û ejîndayên we ji program û ejîndayên wan welatan baştir in? Hûn li ber destê hikûmetên wan welatan ji dezgehên siyasî û yasayî û leşkerî yên wan, dilsoztir in..
Reza Altun gotiye, emê Rojhilata Navîn a demokrat çêbikin. Baş e ne hûn bûn yên ku digotin emê Kurdistana mezin ava bikin? Ku we digot dê herçar perçe di wê dewletê de bin, herwiha ew partiyên ku daxwaz federaliyê dikirin, we ji wan re digot xayin. Niha, ku xelkê Başûrê Kurdistanê nêzîkî serxwebûnê dibin, çima hûn dibin rêgir li pêşiya vê pêşketinê û li pêşiya bidestxistina hêviyên Kurdan ên dîrokî? Lê em ji we re dibêjin, dê hêza gelê Kurdistanê her pêşve biçe û ne hûn û ne jî axayên we nikarin rê li pêşiya me bigrin.
Kekê Reza behsa dorpêça ser Barzanî û PDKê dike. Hûn bi xwe hatine xapandin, wan kur û keçên ku ji bo Kurdatiyê û ji bo mafên xwe yên neteweyî, rahiştine çekdan, wan nexapînin û baş zanibin ku Barzanî û PDKê bi we û bi wan aliyên ku we behsa wan jî kiriye, nayên dorpêçkirin.
PDK ne dixwaze û ne jî pêwîstiya wê bi jinavbirina partiya we heye. Tiştek PDKê heye ku ti girêkên wê yên derûnî bi kesî re tune ne ji ber ku PDKê ne wek bedîlek ji ti partiyeke din hatiye avakirin. Lê gelek alî hene ku hîn di bin girêkên derûnî de ne. Man û nemana partiya we girêdayî xelkê Bakurê Kurdistanê ne bi xelkê Herêma Kurdistanê.
Kekê Cemîl û serkirdatiya PKKê baweriya wan bi xebata neteweyî û dewleta neteweyî û serbixwe nayê, lê daxwaza lidarxistina kongireya neteweyî ya Kurdî dikin, çima? Bêguman ji bo ku hemû destkeftên ku li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, bên hilweşandin û li şûna dezgehên şeriî û yasayî yên Kurdistanê, tenê 2 encumen bên avakirin, ew jî: Encumena Leşkerî û Encumena Siyasî. Dixwazin serokatiya Kurdistanê û parlamento û hikûmet û wezareta Pêşmerge nemînin, ku heta niha PKK itîrafê bi wan nake. Dixwazin bên û li ser vê haziriya ku bi xwîn û xebatê bi dest ve hatiye, rûnên.
Her yek ji we gotinekê dike. Ti dibêje, em li Şingalê da ku xelkê Şingalê rêveberiya xwe ava bikin. (Ti pêwendiya we bi vê yekê tune re tune ye û biryar a xelkê Şingalê û ya Herêma Kurdistanê ye). Ji aliyekî din ve, Reza Altun nêta rastî ya PKKê diyar dike û dibêje, em ne ji bo xelkê Şingalê li wir in, êdî bi hebûna me li Şingal û heta bi Mexmûrê, Barzanî û PDKê ketine bin dorpêçê de.
Gefên we zelal û eşkere ne û hewlên we ji bo derxistina rêgiriyan e li pêşiya serxwebûna Kurdistanê, lê piştrast bin ku xort û keçên Herêma Kurdistanê yên ku bi hezaran şehîd dane û tehemula kîmyabaran û enfal û gorên komî hatine, dê ji bo serxwebûna welatê xwe qet kêmasiyê nekin û dê bi ser kevin. Poşmanî jî dê ji bo we be û ji bo yên we han didin.