Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Yekgirtû û Komonîst: Niha dema referandumê ye

 

Hewlêr-KDP.info- Şandeke hevbeş ji PDK û YNKê derbarê lidarxistin referanduma serxwebûna Kurdistanê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin û ew aliyên ku heta niha serdana wan hatiye kirin, piştgiriya xwe ji bo wan hewlên PDK û YNKê nîşan dane.

Herdu partiyên Herêma Kurdistanê, Yekgirtû û Komonîst bi vê serdana hevbeş a PDK û YNKê bo cem aliyên siyasî dilxweş in.
Endamê Polîtburoya Partiya Komonîst a Kurdistanê Hindirên Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha dema referanduma serxwebûna Kurdistanê ye û em bi nêzîkbûna PDK û YNKê kêfxweş in, ji ber ku ew nêzîkbûn dê beşek ji pirsgirêkan çareser bike. Herwiha ew serdana hemû aliyên siyasî ji bo dirustkirina yekdengiyê ji bo referanndumê pir girîng e. Lewma jî em piştgiriyê li wan hewlên ber bi referandumê ve dikin, da ku em nêzîk dewleta Kurdistanê bibînin. Divê em bi şandeke yekgirtî û bi pirojeyeke hevbeş pirsa referandum û serxwebûnê bibin Bexdayê.”
Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îsalmî ya Kurdistanê Semîr Selîm jî ji malpera KDP.info re behsa civîna şanda hevbeş a PDK û YNKê ligel partiya xwe kir û ragihand: “Ew civîn li ser wê yekê bû ku çawa referandum bê kirin û astengî çi ne, ku nêrînek hevbeş hebû ku niha dema referanduma serxwebûna Kurdistanê ye, ku şer û mercên navdewletî ji bo referanduma Kurdistanê alîkar in, lewma jî divê em vê derfetê bikar bînin û ji destê xwe nebin.”