Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK: Nabe Herêma Kurdistanê ala xwe li ser Kerkûkê feriz bike

 

Hewlêr-KDP.info- Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK/KCK) helwesta xwe derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê ragehand ku helwesta wê jî, weke ya Îran û Tirkiyê ku, alaya Kurdistanê ya li bajarê Kerkûkê hatiye bilindkirin nûneratiya hemû xelkê nake û bilindkirina wê li wî bajarî şaş e.

Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Demokratîka Kurdistanê (KCK) Mistefa Qeresû derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê ragehand ku, ew danpêdanê bi alayê nakin û nabe ew alî wê alayê li ser xelkê ferz bike.
Herwiha Qeresû gotiye ku, alaya ku nûneratiya konfidralîzma demokratîk bike û ji aliyê xelkê ve were qebûlkirin PKK jî wê qebûl dike, li Başûrê Kurdistanê ew ala di çarçoveya federaliyê de hatiye naskirin û hewl didin ku, bilindkirina wê yesayî bikin.
Wî berpirsê PKK aniye ziman ku, neteweyek serweriya xwe li ser xaka xwe bisepîne û bibêje ew alaya me ye û bi ser hemû xelkê bisepîne tiştekî şaş e û têkdanek e, eger bibêjin ew ala nûneratiya hemû xelkê dike ew kar kareke ne rast e.