Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Sekreterê UN: Nêzîk emê referandoma serxwebûnê bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna xwe de ligel Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NU) ragihand ku di paşerojeke nêzîd de Başûrê Kurdistanê dê referandoma serxwebûnê lidar bixe, da ku hemû cihan nas bike ku biryara xelkê Kurdistanê li paşeroja wan, çi ye.

 

Îro 30-3-2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guteres û şanda pê re kir û piştre civînek lidar xistin.
Di vê civînê de, Antonio Guteres spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku tevî hebûna gelek pirsgirêk û aloziyan mêvandarî li bi sedan hezar koçber kirine. Herwiha rêz û hurmeta xwe ji bo Hêzên Pêşmerge yên ku bi çek û derfetên kêm karîn li terorîstên DAIŞê bidin, nîşan da.

 


Sekreterê UN got ku cîhan ji rola Pêşmerge matmayî maye û hurmeteke mezin ji wan û ji gelê Kurdistanê re digrin, lê mixabin civaka navdewletî li hemberî alîkariya Herêma Kurdistanê kêmxem bûye.
Antonio Guteres tekez kir ku ewê hemû hewlên xwe bide ji bo komkirina piştevaniyeke cîhanî ji bo Herêma Kurdistanê di pirsa koçberan de. Herwiha tekez kir ku rêxistina wan amade ye hevahengî û alîkariyeke temam pêşkêş bike ji bo çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, nexasim jî di qonaxa piştî DAIŞê de.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Sekreterê UN û şanda pê re kir û ragihand ku hatina wê şanda UN bo Kurdistanê cihê dilxweşiya xelkê Kurdistanê ye. Herwiha tekez kir ku alîkariya Kurdistanê ji bo koçberan erkekî mirovî û niştimanî ye û ti hêncet nabin rêgir ji cîbicîkirina wî erkî re.

 


Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê kir û got ku cihê şanaziyê ye ku efsaneya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin. Herwiha spasiya Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên UN kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û ji aliyekî din de kêfxweşiya xwe li ser hevahengiya ewlehî û serbazî ya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de nîşan da.
Derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê de jî, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku di paşerojeke nêzîk de ewê referandomê lidar bixin da ku hemû cihan nas bike ku biryara xelkê Kurdistanê li paşeroja wan, çi ye.
Her di vê civînê de, behsa rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî DAIŞê û eger û pêşhatên qonaxa piştî azadkirina Mûsilê, hatin kirin.