Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî gihîşt Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antoni Guterresberê kêlîkekê gihîşt Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Êvariya îro pênşemî 30ê Adara 2017ê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê.

Antonio Guterres tevî NY ya pê re, bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji firokexaneyê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Herwiha di merasîma pêşwaziya Sekreterê Giştî yê NY de, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Wekî Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî jî amade bûn.

Berî serdana xwe ya bo Kurdistanê, Antonio Guterres serdana Urdinê û Iraqê jî kiribû û bi rayedarên wan welatan re civiyabû û bi wan re li ser mijarên weke şerê li dijî DAIŞê û alîkariyên ji bo koçber û awareyan gotûbêj kiribû.