Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şingal- 400 çekdarên PKKê veqetyane û tevlî Pêşmerge bûne

 

Şingal-KDP.info- Çekdarên PKKê hêj ji YBŞê cuda dibin û tevlî refên Hêzên Pêşmerge dibin, ku heta niha nêzîkî 400 çekdarên PKKê tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.

Roj bi roj PKK li Şingalê lawaztir dibe û cudabûna çekdarên wê berdewam dike, ji ber ku êdî rastiya PKKê naskirine û zanin ku PKK ne ji berjewendiya Şingalê re li wir e û tenê berjewendiyên welatên herêmê dikin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojane zêdetirî 10 çekdarên PKKê ji wan YBŞê vediqetin û tevlî Hêzên Pêşmerge dibin.”
Sîteyî wiha got: “Hatina çekdarên PKKê bo nava Hêzên Pêşmerge berdewam e û li gorî amaran heta niha 400 çekdarên PKKê ku li Şingalê tevlî PKKê bibûn, cudabûne û hatine cem Hêzên Pêşmerge. Ew çekdar cuda dibin ji ber ku êdî baweriya xelkê bi wan nemaye.”