Dihok-KDP.info- Serokê Encumena Parêzgeha Dihokê Fehîm Ebdulah dibêje, li ser riya Amêdiyê çekdarên PKKê 3 cih kolandine ji bo ku bombeyan tê de biçîne, da ku karên xerab bikin.
Fehîm Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK li sînorê Amêdiyê dest bi kolandina tonêl û çalan li ser riyên sereke kirine û heta niha me 3 cihên wan nas kirine, ku xuya ye ji bo ku bombeyan tê de biçînin.”
Ebdulah wiha got: “Hinek alî bi dilê wan e ku PKK wan karên xerab bikin û di baweriya wan de ew kar tenê li dijî PDKê ne, lê dê rojek were ew agir bi wan jî keve, ji ber ku çekdarên PKKê li Silêmanî û Germiyan jî belav bûne.”
Serokê Encumena Parêzgeha Dihokê wiha domand: “PKK zêdetirî 300 gund dagîr kiriye û rê nadin xelkê ku vegerin ser mal û warê xwe. Xelk pir ji wan dilgiran bûne û daxwaz dikin ku ew çekdar ji malên gundên wan derkevin.”