Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“PKK pirek li nêzîkî Zaxo bombe kiriye”

Zaxo-KDP.info- Li sînorê navenda Zaxo çekdarên PKKê pirek bombe kirine û çavkaniyek dibêje, PKK bi wî karê xwe tirseke mezin di nava xelkê de çêkiriye û metirsiya teqîna wê pirê heye.

Roj bi roj rûyê reş ê PKKê eşkere dibe, ku di karê wan ê dawî de dest bi bombebrana navçeyên Başûrê Kurdistanê kirine û yek ji wan cihan pirek e li sînorê Zaxo ye.

Çavkaniyeke agahdar li Zaxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê li gundê Tirxê yê ser bi Zaxo ve pirek bombe kirine, ku ew pir tenê 20 km dûrî navenda bajarê Zaxo ye û egerê wê yekê heye ku ew bombe bê teqandin.”

Li gorî zanyariyên wê çavkaniyê, PKK bi hênceta artêşa Tirkiyê ew pir bombe kiriye, lê ev yek nerast e û tenê ji bo dijayetiya Herêma Kurdistanê wî karî dike. Êdî xelkê wan deveran pir ji PKKê dilgiran bûne û daxwaz dikin ku çekdarên PKKê ji gund û navçeyên wan dûr bikevin.