Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Girûpa Kirîzên Navdewletî: Piştî DAIŞê dê PKK bibe gef li ser Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqya yê Girûpa Kirîzên Navdewletî Yost Hîlterman ragihand ku piştî kalbûna gefa DAIŞê, êdî PKK gef e li ser Herêma Kurdistanê.

Yost Hîlterman ku 2 caran serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye, dibêje, tenê partiyeke siyasî Rojava birêve dibe û rast e ku aramî heye lê wir bê xizmetguzariyên sereke ye û divê li Rojavayê Kurdistanê gelek guhertin bên kirin. Ezmûna PKK di rêvebirinê de tune ye û mixabin kesî jî ji xwe pê ve qebûl nakin û divê PKK dest ji vê siyaseta xwe berde.

Rêveberê Beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqya yê Girûpa Kirîzên Navdewletî ragihand: “PKK û PYDê rê dane xwe ku wek kompaniyeke ewlehî kar ligel wê bê kirin, ku li gorî fermanên Amerîka diçin û tên û ti berjewendiya wan tê de tune ye û tenê ji ber ku Amerîka çekan dide wan wî karî dikin, herwiha hêvî dikin ku Amerîka ji aliyê siyasî jî ve piştgiriya wan bike.”

Derbarê aloziyên di navbera Pêşmerge û YBŞê de li Şingalê, Hîlterman wiha got: “Ev 26 sal e ku ez têm vê navçeyê û ez guhertinên mezin dibînim. Guhertinên erênî û nerênî. Ew hevrikiya ku niha li Şingalê heye bûye hevrikiyeke herêmî. Piştî kalbûna gefa DAIŞê, êdî gefa nû PKK ye.”