Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji ber PKKê zarokên Xanesorê ji xwendina xwe dûr ketine

Şingal-KDP.info- Rêveberê Asayişa Şingalê dibêje, ji ber çekdarên PKK xelkê Xanesorê koçber bûne û zarokên wan ji xwendina xwe dûr ketine.

Qasim Simo Rêveberê Asayişa Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku PKK li Xanesorê şer û alozî derxist, zêdetirî 700 malbatên wê komelgehê ku piştî rizgarkirina wê ji destê DAIŞê vegeriyabûn ser malê xwe, careke din koçber bûne.”

Simo wiha got: “Êdî zarokên Xanesorê ji ber wê koçberiyê ji dibistan û xwendina xwe dûr ketine û helbet ew yek bandoreke xerab li ser paşeroja wan zarokan dike. Em jî ji aliyê xwe ve daxwaz dikin ku PKK ji Şingalê derkeve, da ku xelkê me êdî vegerin ser mal û warên xwe û ev navçe avedan bibe.”