Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdên Rûsya: Hêviya me bi ezmûna Başûr û serkirdatiya Serok Barzanî mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Komeleya Yekbûna Kurd li Saint Petersburg a Rûsya kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku hêviya wan bi ezmûna Herêma Kurdistanê û serkirdatiya Serok Barzanî mezin e.

Roja sêşem 28.03.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Komeleya Yekbûna Kurd ya li bajarê Saint Petersburg a Rûsya kir.

Di vê hevdîtinê de şanda mêhvan xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana wan ya Kurdistanê nîşanda û ronahî xiste li ser kar û çalakî û armanca komeleyê û behsa li rewşa Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê kir.

Her di vê hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser rol û bandora xebat û kesayetiya Barzaniyê Nemir li ser Kurdên welatên Sovyeta berê, tekez li wê yekê kirin ku gelê Kurd li Rûsya û seranserê cîhanê hêviya wan bi ezmûna Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Barzanî heye bo ku gelê Kurd bikarê li ser welatê xwe serbixwe bê û xwediyê biryara xwe bê. Eve jî dûpatkir ku wekî Pêşmerge amadene li her cîhek bin xizmeta Kurdistanê û armancên bilindên gelê Kurdistanê bikin.

Di beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasî helwesta niştîmaniya wan kir û destxweşiyê li kar û çalakiyên Komeleya Yekbûnê kir. Hêvî jî xwest ku peywendî û hatin û çûna di navbera gedeyên Kurd li Rûsya û Kurdistanê berdewam bê û pêşbikeve. Her li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê li şerê terorîstên Da'îş kir û her wiha ew karesata li ser xuşk û birayên Êzîdiyan da hatiye û tekez li wê yekê kir ku Pêşmerge bi xwîna xwe tolê ji terorîstên Da'îş kiriye û Şingal û Çiyayê Şingalê û rêyên Şingalê azad kir. Eve jî xisterû ku piştî azadbûna Şingalê armanca serekî eweye ku Şingal bê avadan kirin û xelkê Şingalê û dewrubera wê bikarin jiyana xwe destpêbikin û pişt bi xwe bibestin û bêne parastin.