Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Çekdarên PKKê malbatên Pêşmergeyên Roj direvînin”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Asayişa PKKê li Rojavayê Kurdistanê êriş dikin ser malbatên Pêşmergeyên Roj û bi gotina çalakvanekî, şevê din çekdarên PKKê 6 kes revandine.

PKK li Rojavayê Kurdistanê bi zorê xwe bi ser Kurdan de feriz kiriye û niha çekdarên wê êriş dikin ser malbatên ku zarokên wan Pêşmergeyên Roj in. Şevê din li Dêrikê hejmarek kes bi vê hêncetê girtine.

Endamê Sekreteriya Yekîtiya Xort û Xwendevanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Bilind Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Asayişa PKKê li Rojavayê Kurdistanê şevê din êriş kirine ser malbat û mervên Pêşmergeyên Roj û 6 kes ji war revandine û lêkolîn ligel wan kirine û gef li wan kirine ku divê ji Rojavayê Kurdistanê derkevin.”

Bilind Mela navê wan 6 kesên ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin eşkere kir, ku ev in:
1. Ehmed Tehlo – Ji gundê Gir Xac
2. Mirad Hacî Cemîl – ji Kirmiye
3. Ebû Qehreman – ji Êndîwer
4. Ebdulrehman Hemê – ji Girbalat
5. Ehmed Şêxê – Qildîman
6. Nûredîn Qasim – Kelê.