Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ala Kurdistanê bi fermî li ser Kerkûkê bilind dibe

 

Kerkûk-KDP.info- Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dezgehên hikûmî li Kerkûkê pesend kir.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro 28ê Adara 2017ê derbarê hildana Ala Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên li wê parêzgehê de, civiya û biryara dawîn a li ser vê mijarê da.
Fraksiyonên Ereb û Tirkman gelek hewil dan û guvaş kirin ji bo ku civîn neyê encamdan û beşekî ji wan jî boykot kirin.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dezgehên hikûmî li Kerkûkê bi piraniya dengan qebûl kir.
Serokê Frakisyona PDKê di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de Mihemed Kemal ragihand ku ewê ligel wan frakisyonên ku civîn baykot kiribnû, bicivin û dê hewl bidin ku baweriyê li cem wan çêbikin ku bilindkirina ala Kurdistanê ne ji bo dijayetiya wan û ti kes û aliyekî ye û dê parêzera hemûyan be.