Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Êzdî: PKK zarokên me birine Reqayê û wan bikuştin didin

 

Şingal-KDP.info- Serokê Encumena Şingalê Weyis Nayif dibêje, PKK ew zarokên Êzdî yên ku revandine, birine şerê Reqa û li wir wan bikuştin didin.

Kurdên Êzdî ku sala 2014ê bi destê DAIŞê jenosîd biserê wan de hat û ew niha di bin metirsiyeke mezintir de ne, ku ew jî PKK ye pirsgirêkan ji wan re deedixe û zarokên wan direvîne.
Li gorî zanyariyên Weyis Nayif, PKK zarokên Êzdiyan ji bo karê tundiyê bikar tîne û wan dibe Qendîlê û li wir perwerdeya leşkerî dide wan û mejiyê wan dişo û piştre jî wan bikuştin dide.
Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew zarokên ku PKK ew revandine temenê wan di bin 18 salî de ne, lê PKK ew kirine çekdar. Di serî de ew li Şingalê fêrî tundiyê kirin û piştre jî ew birin Qendîlê û ji wir ew birin Rojavayê Kurdistanê û niha ew birine şerê Reqa û li wir wan bi kuştin dide.”

Welatiyeke Êzdî bi navê Resul Serefxan dibêje: “PKK derewan li me dike û zarokên me dibe bajarê Reqa yê Sûriyê û li wir wan bi kuştin dide. Bila PKK zarokên me li me vegerîne.”