Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ebadî: Emê para Kurdistanê ji derman bişînin..Emê pereyên cotyaran çareser bikin

Bexda-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de dibêje, me di civîna xwe de ligel Serokwezîrê Iraqê de, me daxwazên Kurdan gihandin Hikûmeta Iraqê.

Dr. Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Em ligel Ebadî nêzîkî 3 saetan civiyan û me behsa çend mijarên girîng kirin. Mîna serdana şanda Ebadî bo Amerîka ku Nûnerê Kuridstanê jî ligel wî bû û ew serdan pir girîng bû. Herwiha me behsa şerê Mûsilê û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê kir.”

Kerem wiha got: “Ez bi tenê jî ligel Ebadî civiyam û min jê re behsa para Kurdistanê ji dermanan kir û wî jî da zanîn ku şaşîtiyek li Wezareta Darayî çêbûye û dê serast bibe û herwiha derbarê pereyên cotyarên Kurdistanê jî tekez kir ku ew pirsgirêk jî tê were çareserkirin.