Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Êzdî: Karê PKKê tenê ziyan û têkdan e..Me rastiya wan naskiriye

 

Dihok-KDP.info- Berpirsê Şaxa 20 ya PDKê li Şêxan Mehmûd Êzdî ragihand ku, PKK jibilî zerer û ziyan û têkdanê tiştekî din nake. Herwiha dibêje, êdî Êzdî rastiya PKKê naskirine ku xizmeta wan nake, lewma jî pêwîst e zû ji Şingalê derkeve.

Siyasetmedar û çalakvan û çavdêr û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê tekezî li ser wê yekê dikin cihê xebata PKKê Bakurê Kurdistanê ye ne Başûr e.

Mehmûd Êzdî jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger PKKê hinceta mana xwe li Şingalê bike alîkariya Êzdiyan, niha pêwîst bi wan nemaye û wek çawa Hêzên Pêşmerge di dema dijwar de çûn û alîkariya Kobanî kirin, niha jî pêwîst e PKK biçe meydana xebata xwe li Bakurê Kurdistanê.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Eger PKK bi rastî xêrê ji Êzdiyan re dixwaze û eger partiyeke Kurdistanî be û berjewendiya Kurdistanê bixwaze, pêwîst e îro ji Şingalê derkeve, lê wê yekê nake. PKK bi vê xweferizkirinê piştrast kiriye ku ew bûne darê destê welatan. Hemû karên kirêt dike û zarkên Şingalê direvînin û wan dibin Qendîlê. Êdî Êzdî rastiya PKKê nasdikin ku xizmeta wan nake û roj bi roj ji wan cuda dibin.”