Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nameyek Kurt ji General Îhsan Nûrî Paşa re

Konê Reş

Xwediyê herêma Kurdava! General Îhsan Nûrî Paşa (1892 – 1976)!

Ezbenî li me bibûre.. Bibûre eger kêmasiyên me hebin, me efû bike, me bibexşîne.. Berî du rojan, di 25 Adara 2017an de, 41 saliya koçkirina te derbas bû, ji mafê te bû ku em te bi gerimbûn bibîr bînin; gul û kulîlkan li ser gora te deynin..

Te bi zarokên xwe û nifşê nû bidin naskirin.. Lê ezbenî, ji ber gelek sedeman me xwe winda kir..! Ne ku me tu winda kiriye.. Yên wek te nayên windakirin, her û her hûn di dilê welatiyên dilsoz û wefadar de zindî ne ezbenî..

Tu xwediyê herêma (KURDAVA) î, ev yek tenê besî te ye.. Me bibexşîne serwerê Kurd.. Besî me ye ku yekî weke te di nav me de hebû û te navê (Kurdava) li ferhenga kurdî zêde kir..

Besî Bedlîsê ye ku xwe bi te pesin bide.. Besî eşîra Cibra ye ku bi ebed bi te serbilind be.. Silav li te bin, silav li Ferzende, Biro Heskî û tev lehengên serhildana Agirî bin..

Mijde bo te; nêzîk wê serxwebûna Kurdistanê diyar bibe û ew ala ku te û hevalên xwe li ser çiyayên Araratê bilindkiribû, wê di nav alên Netewên Yekbûyî (UN) de li New Yorkê bilind bibe..

Not: Ev nexşe, di sala 1928an de ji rex Mîr Sureya Bedirxan ve hatiye hatiye çêkirin. Yê ku di wan salan de berdevkê komeleya Xoybûnê bû li Ewropa û Amerîkayê.

 

Konê Reş

Qamişlo, 26.03.2017