Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK-Bakur: Em partiyeke Kurdistanî ne

Amed-KDP.info- Li bajarê Amedê 12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê Bakûr birêve diçe. Ev kongre awarte ye û li ser komkirina îmzeyên endamên vê partiyê, bi hênceta ku biryarên Kongreya 11emîn nehatine bicîhkirin, tê sazkirin.

PDK-Bakûr ragihand ku, kongreya 11emîn kongreya yekîtiyê bû. Yekîtî di çarçoveya hinek prensîban de pêk tê. Di kongreya 11emîn de biryara avakirina partiyeke legal hatibû dayîn. Eger di dema xwe de, anku di nav 6 mehan de ev biryara bihata cîbicîkirin pêwîstiya vê kongreyê jî nedima. Bi tevê gelek gotûbêjên navxweyî ev biryar nehate cîbicîkirin.

PDK-Bakur ragihand ku, ev kongre weke saziya bilind a pêkanîna biryaran e. Ti endamek nikare biryarên kongreyê ji nedîtive bê yan jî pêk neyîne. Me bang li hemû hevalên xwe kir daku beşdarî kongreyê bibin.
PDK- Bakur diyar kir, ku ew partiyeke Kurdistanî ne û dixwazin kurd ji sîstema mêhtîngeriyê qut bibin, ji bo vê jî hewldidin siyaset û xebata yasayî û legal bikin.