Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Pêşmerge: 300 çekdar ji YBŞê veqetiyane û tevlî me bûne

Şingal-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, veqetandina çekdarên YBŞê berdewam e ku tên û tevlî Hêzên Pêşmerge dibin û heta niha zêdetirî 300 kesî ji wan bûne Pêşmerge.

Emîd Simê Biselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina çekdarên YBŞê bo nava Hêzên Pêşmerge berdewam e û roj bi roj ew hejmar zêdetir dibe, bi awayekî ku rojane 10 heta 20 çekdarên YBŞeya ser bi PKKê ve tên û tevlî Hêzên Pêşmerge dibin. Em wek Hêzên Pêşmerge jî me komîteyek avakiriye û em pêşwaziyê li wan dikin.”

Boselî wiha got: “Ji dema ku me deriyê xwe ji wan xelkê Şingalê yên di nava PKKê de vekiriye, heta niha 300 çekdar hatine cem me û bûne Pêşmerge. Herwiha biryar e em perwerdeya leşkerî bidin wan û em hêzekê ji wan ava bikin.”