Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fuad Husên: Herêma Kurdistanê jî mijara civînên Washintonê bû

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ku wek nûnerê Herêma Kurdistanê bû di şanda Iraqê de bo Koşka Spî de û piştre di Konferansa Navdewletî ya li Dijî DAIŞê beşdar bû, ragihand ku di civîna wan de ligel Donald Trump de rewşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

 

Fuad Husên ragihand: “Karvedana Serokê Amerîka dostane bû û Wezîrê Derve yê Amerîka jî pir dilxweşiya xwe bi beşdariya me wek nûnerên Herêma Kurdistanê di wê civînê de beşdar bûn.”
Derbarê cudahiya çaremîn konferansa hevpeymaniyê ligel hersê konferansên berê wê ku di dema Obama de bû, Fuad Husên ji Rûdawê re gotiye; “Ez neligel cudakirina di navbera konferansan de me, lê niha rewş ketiye qonaxeke din de.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên daxuyand, ku niha tekoşîna li dijî DAIŞê ketiye qonaxeke nû û diyar kir; “Rojeva konferansa vê care têkbirin û nehiştina DAIŞê bû. Hemû aliyan jî gotin, ku ne dûr e DAIŞL weke hêzeke serbazî li Iraq û Sûriyê bê têkbirin. Lê dibe, ku weke hêzeke terorîstî û di bin navên cuda de îdeolojiya wê her bimîne.”

 

Husên da zanîn, ku di hemû civînên Washingtonê de rewşa Herêma Kurdistanê xaleke rojevê bûye û hatiye nirxandin.
Hêjayê gotinê ye, ku 4emîn konfransa Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê roja 22ê Adara 2017ê, li Washingtona paytexta Amerîkayê dest pê kir û 2 rojan ajot.
Di konfransa Washingtonê de, wezîrên derve, wezîrên berevanî û berpirs û nûnerên 68 welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê de amade bûne.