Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Di bersiva PYDĂȘ de

 

PYD, ango şaxê PKKê li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje: “Me çalakiyên siyasî yên partiyên Rojava qedexe kiriye ji ber ku wan pertiyan molet û destûr ji me nestendiye.”

Beriya her tiştî ew gotina wan cihê pêkenîneke mezin e. Kî behsa yasa û moletên yasayî bike, bila PKKê behsa wê neke.

PYD wek partiyeke totalîtarî, tekrewî û dîktatorî stalînî ne tenê rê li pêşiya çalakiyên siyasî yên Rojavayê Kuridstanê girtiye, lê belê dijayetiya bîrûbaweriya girûpeke biçûk di nava partiya xwe de jî dike.

PYD, ku beşek ji PKKê ye, ji konseya xwe ya serokatiyê xelk kuştine û heta bighê gerîlayên xwe yên normal jî û herwiha rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê û siyasetmedarê Kurd ên ku li Ewropa hatine terorkiri. Navê we bi teror û terorîstiyê derketiye. Lê tenê ji bo ku em rastiya we nîşan bidin, emê çend pirsyaran ji we bikin:

1- Erê hûn dikarin ji me re bêjin divê partiyên Rojavayê Kurdistanê biçin moleta çalakiyên siyasî ji kê bistînin?

2- Erê ew razîbûn li cem we ye yan yan jî divê rêjîma Beis a Sûriyê bide wan?

3- Eger partiyên Kurdî moleta xebatê wernegirtine û qedexe ne, hûn dikarin ji me re bêjin Partiya Beis ku dagîrkera Kurdistanê ye, bi moleta kê li Rojavayê Kurdistanê heye û karê xwe dike?

4- Erê we molet ji Partiya Beis wergirtiye yan jî Rêjîma Beis molet ji we wergirtiye. Eger hûn karibin ji me re zelal bikin ku kê ji we destûr ji kê wergirtiye?

Ya rastî ew e, ku Rêjîma Beis hûn anîne wir. We bi şoreşgêriyê Rojavayê Kurdistanê rizgar nekiriye, lê ji ber rewşa navdewletî û şer we bi alîkariya Rêjîma Beis ew derfet bidest xist û we destê xwe danî ser çalakiyên Rojavayê Kurdistanê. Ew jî di serî de bi êriş û kuştin û nefîkirin û windakirina welatiyên Kurd, piştre jî we xwe bi derxistin û qedexekirina partiyên siyasî û bi alîkariya Rêjîma Beis a dagîrker bi ser Rojavayê Kurdistanê feriz kir.

Eger ev gotin nerast be jî, kerem bikin û ji me re bêjin gelo ti îradeyeke we li hemberî rêjîma Beis a dagîrker heye yan na?