Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Tenê riya serxwebûn maye..Serxwebûna Kurdistanê bi serxwebûna Kerkûkê ve girêdayî ye

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û ragihand jibilî serxwebûna Kurdistanê ti bijardeyeke din li pêşiya Başûrê Kurdistanê nemaye. Herwiha PDKê ragihand, Kerkûk Kurdistanî ye û serxwebûna Kurdistanê bi serxwebûna Kerkûkê ve girêdayî ye.

PDKê bi boneya hatina Cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de Newroz pîroz kir û hêvî xwest ku ev cejna neteweyî bibe pêngavek bo bidestxistina omêdên mezin ên gelê Kurdistanê ku serxwebûn e.

Partiya Demokrat a Kurdistanê di peyama xwe de ragihand: “Gelê Kurdistanê gelek qurbanî dane ji bo gihîştin bi mafê xwe, niha pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû partiyên siyasî lihev bikin û bibin yek ji bo serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku niha derfeteke dîrokî hatiye pêşiya me û erkê ser milê me ye ku gotin û armanca me yek be. Dema wê yekê ye ku birayên me yên li perçeyên din ên Kurdistanê piştevaniya me bikin ji bo ku em bighên serxwebûna xwe.”

PDKê ragihand: “Em bi vê boneyê pîrozbahiyên gerim û taybet ji bo xelkê xweragir û niştimanperwer ên bajarê Kerkûka dilê Kurdistanê re dişînin û em dibêjin Kerkûk Kurdistanî ye û serxwebûna Kurdistanê bi serxwebûna Kerkûkê ve girêdayî û behadar e. Herwiha derbarê Kerkûkê de emê li ser stratîjiya Barzaniyê nemir berdewam bin, ew jî dema ku digot Kerkûk her Kurdistanî ye.”