Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji boneya Newroz û serê sala kurdî peyamek belav kir û got; “Divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe, xwediyê biryara çarenivîs û jiyana xwe be.”

Serok Barzanî di peyama xwe de bi helkefta cejna Newroz û hatina serê sala kurdî pîrozbahî li hemwelatiyên Kurdistanê, hemû kurdên li derveyê welat û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê kir û got; “Hêviya salekî xweş, pir bi bereket û bexteweriyê ji bo hemû aliyan dixwazim.”

Di berdewama peyama xwe de Serok Barzanî behsa wateya meha Adarê kir û diyar kir, ku ev meh meha serkeftin û xweşî û êşên gelê Kurdistanê bûye.

Serok Barzanî di beerdewama peyama xwe de wiha got: “Li gel wê yekê jî Adar û Newroz ji bo gelê me hêmaya têkbirina zulmê û derketina ronahî û jiyanê dide. Ev yek jî tê wê wateyê, ku qurbanîdan û xebat bi encam û bi berhem dibin.

Di qonaxên dijwarên xebatê de, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê, ji parastina nasnameyê heta têkbirina terorîstên DAIŞê, divê bi encamp bin û pêwîst e ev xebat û destkeft jî tenê gavekê jî paşve neçe. Divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe û xwedî biryar û çarenivîs û jiyana xwe be. Ev yek bersîva herî rast û wefaya herî mezin e ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha behsa tekoşîn û rola pêşmerge kir û diyar kir; “Ew berdêlên gelê Kurdistanê daye, ew çanda bilind a pêkvejiyan û lêborînê, herwiha qehremaniya ku pêşmerge tomar kiriye, di çavê cîhanê de ne veşartiye û niha cîhan şanaziyê bi gelê Kurdistanê û pêşmerge dike.”

Serok Barzanî di peyama xwe de ji gelê Kurdistanê xwest hêviya xwe bihêz bigrin û tekez kir, ku dê berxwedan û xweragirî berheman bide.

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî Newroza malbatên şehîdan û hemû pêşmergeyan jî pîroz kir.