Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çavdêrekî siyasî Êzdî bo PKK: Eger hûn ji Şingalê dernekevin, emê we derxînin

Almanya-KDP.info- Çavdêrekî siyasî Êzdî dibêje, eger Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê PKK ji Şingalê dernexin, emê wek Êzdî wan devera xwe derxînin.

Wî çavdêrê siyasî yê bi navê Hesen Qewal Reşîd ku kesayetiyekî diyar e di nava Êzdiyan de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li nava Şingalê bandoreke pir nerênî li ser Êzdiyan dike. Niha li Xanesorê dixwazin rêveberiyeke cuda ji xwe re ava bikin û wê rêveberiyê jî ser bi Kantona Cezîrê ve bikin. PKK hewl dide birayetiya Êzdiyan têk bide. Zarokên 12 salê bi çek dikin û wan dibin Qendîlê.”

Hesen Qewal Reşîd wiha got: “Eger Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê PKK ji Şingalê dernexînin û eger PKK jî bi xwe dernekeve, emê wek Êzdî wan derxînin. Ev cara dawî ye ku em daxwaz ji wan dikin ku ji Şingalê derkevin, ji ber ku êdî Êzdî pir ji wan dilgiran bûne.”

Wî çavdêrê siyasî wiha domand: “Cihê xebata PKKê ne Şingal e, cihê xebata wan Bakurê Kurdistanê yê di bin destê Hikûmeta Tirkiyê, ye. Bila kerem bikin û biçin li wir nîvê xebata Herêma Kurdistanê bikin. Şingal Kurdistanî ye û xwedî Hêzên Pêşmerge ye û ti pêwîstiya Kurdistanê bi PKKê ve tune ye.”

Wî kesayetiya Êzdî ragiahnd: “Êzdî dixwazin ji Bexdayê dûr bikevin û bibin beşek ji Herêma Kurdistanê, ji ber ku bi bawriya me em nikarin ligel dijminê xwe bijîn.”