Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- PKK li Rojavayê Kurdistanê biryar daye ku nabe bi hatina Cejna Newrozê agir bê vêxistin û nûnerekî ENKSê li Başûrê Kurdistanê jî dibêje, ev biryar heman biryara rêjîma Sûriyê ye.
Cedan Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK biryarek derxistiye û ku nabe li ti bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hatina Newrozê agir bê vêxistin û helbet ev biryar jî heman biryara rêjîma Esed e ku berê li dijî Kurdan dida.”
Elî wiha got: “Wek çawa em berê jî pêbendî biryarên rêjîma Beis nebûne, niha jî ENKS bi ti awayî pêbendî wê biryarê nabe û dê agirê newrozê vêxe.”