Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çavdêrekî siyasî Êzdî: Şingal nabe Qendîla duyem..Paşeroja PKKê tarî ye

 

Almanya-KDP.info- Armanca PKKê li Şingalê eşkere bûye, ku dixwazin Şingalê bikin Qendîla duyemîn, lê çavdêrekî siyasî Êzdî dibêje paşeroja PKKê li navçeyê tarî ye û Êzdî rê nadin wan ku PKK armancên xwe li Şingalê cîbicî bike.

 

Li gorî zanyariyên wê çavdêrê siyasî yê Êzdî, hewlên PKKê ji bo ku xwe bighîne Şingalê ji sala 2000 ve ne, ku ji wê demê ve dixwazin bi alîkariya Îran û Iraqê ve destê xwe deyne ser wê deverê, lê piştî hatina DAIŞê bo navçeyê, PKK bi hênceta DAIŞê û bi alîkariya Bexdayê li wir bicîh bû. Niha PKK dixwaze li Şingalê pilaneke mezintir ji bo berjewendiyên Bexda û Tehranê cîbicî bike, ku ew jî avakirina navendeke leşkerî li Şingalê, da ku wir bike Qendîla duyem, lê em wek Êzdî li dijî wê yekê ne û em nahêlin ku ew armanca PKK biçe serî.”
Ew çavdêrê siyasî yê bi navê Şêx Zêdo Baadrî wiha got: “Paşeroja PKKê li Şingalê tarî ye û nêzîk dê PKK pêgeha xwe bibîne û dê ber bi nemanê ve biçe. Şingal û hemû navçeyên din ên Êzdiyan navçeyên neveqetyayî yên Başûrê Kurdistanê ne û ti hêz û girûpek nikare wan cuda bikin.”