Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK tenê navendên rêjîmê negirtine

Hewlêr-KDP.info- Endamekî ENKSê dibêje, çekdarên PKK li Rojavayê Kurdistanê hemû ofîs û navendên ENKSê girtine û tenê navend û baregehên rêjîma Sûriyê negirtine. Herwiha dibêje, fermanberên ku malbatên Pêşmerge bin, ji kar tên derxistin.

Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê hemû navendên me girtine, lê PKK bi wê zilma xwe nikare rê li pêşiya xebata me ya neteweyî û demokrasî bigire. Êdî em di malan de civîn û kongreyên xwe lidar dixin û ew terora PKKê bandorê li ser xebata me ya siyasî û demokrasî ji bo gelê me yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nake.”

Azîzî wiha got: “Çekdarên PKKê navendên me digire û nêzîkî navend û baregehên rêjîma Esed nabin. Herwiha çekdarên PKKê çûne ser malbatên Pêşmergeyên Rojava û ew malbatên ku fermanber bin ji wan re gotine eger zarokên we dest ji pêşmergayetiyê bernedin emê we ji karê we bavêjin.”