Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Baştirîn dilsozî ji bo şehîdan serxwebûna Kurdistanê ye

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta 29emîn salvegera Komkujiya Helebceyê ragihand ku, "Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye."

Îro 29emîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye.

Di 29emîn salvegera kîmyabaran û jenosîda Helebcê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê ji bo bîranîna Helebceyê peyamek weşand û wêneyekî xwe yê digel pêşmergeyan belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye: "Di gel polek Pêşmergeyên qehreman di salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê. Baştirîn dilsozî ji bo şehîdên me azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê ye.”