Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Emîndarê Yekgirtû: PKKê biser nakeve..Lawazkirina Herêma Kurdistanê şaşîtî ye

 

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî Selahedîn Behaedîn ragehand ku, beşdariya PKK li şerê rizgarkirina Şingalê cihê rêzê û teqdîrê ye, lê eger PKK ew yeke kiribe daku, beşekî ji Herêma Kurdistanê ji xwere bibin ew yeke şaşe û biserna keve.

Îro, li bajarê Soran di gotarekî xwe de Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî Selahedîn Behaedîn behsa rewşa Xanesorê û aloziyên ku, PKK li wê navçeyê dike ragehand ku, beşdariya PKK li şerê rizgarkirina Şingalê cihê rêzê û teqdîrê ye, lê eger PKK ew yeke kiriye daku, beşekî ji Herêma Kurdistanê ji xwere bibin ew yeke şaşe û bi sernakevin.
Behaedîn da zanîn ku, cihê mixabiniyê ye gelê me waneyan ji şerê birakujiyê wernegre, nabe nakokî û pirsgirêkan bi rêya serbasî werin çareserkirin, lewma daxwaza wê yekê kir ku, ewa li Şingalê rûdayî bi rêya danûstandinê çaresbibe.
Derbarê hebûna PKK li Herêma Kurdistanê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî wiha got:"PKK tiştekî baş kir dema beşdarî di şerê rizgarkirina Şingalê û hin navçeyên li Kerkûkê de kir, ew yeke cihê rêzê ye, lê eger ew yeke kiribe daku, beşekî ji Herêma Kurdistanê ji xwere bibe, şaşe û naqebûlkirin, herwiha bi sernakeve."
Got jî ku, dixwazin hemû aliyên siyasî xema doza gelê xwe bixwin, herwiha xema parastina penaberên Kurdistanê bikin û rêzê ji hebûna başûrê Kurdistanê û rewşa wê re bigrin.