Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlemanterê Kurd: PKK bûye darê destê Malikî..Bakur û Rojava wêran kirine

 

Bexda-KDP.info- Parlemanterekî Kurd li Bexdayê eşkere dike ku PKK bûye darê destê Nûrî Malikî û li gorî belgeyên li ber dest, Malikî bi çendîn awe û qonax alîkariya PKKê kiriye û bi riya Balagirgeha Silêmaniyê çek û teqemenî ji PKKê re çûne Qendîlê.

 

Parlemanterê PDKê li Bexdayê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sala 2015 me komek belgeh eşkere kirin ku didin xuyakirin çawa Heşda Şeibî û Malikî bi qasî 2 milyar û 600 milyon dînar li Şingalê alîkariya PKKê kirine û hewl didan ku Êzdiyan ji rê bibin, lê ev yek ji wan re neçû serî û nikarîn xelkê navçeyê bi pereyan bikirin. Lê Malikî û Heşda Şeibî çekdarên PKKê ji Qendî û Sûriyê kişandin û anîn navçeya Şingalê û sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dijayetîkirina serxwebûna Herêma Kurdistanê û parastina sînorê Îranê ji Pêşmergeyên PDK-Î.”

Şaxewan Ebdulah wiha got: “Mixabin li şûna ku PKK bibe partiyeke şoreşgêrî û hewl bide mafê Kurdan li Bakurê Kuridstanê bidestve bixe, li dijî Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiya welatên navçeyê kar dike. Li Rojavayê Kurdistanê jî ziyaneke mezin gihandine gelê Kurd. Zarokên Kurdan bi kuştin dane û piştre ew navçeyên ku bi xwîna ciwanên Kurd hatine rizgarkirin, dane destê rêjîma Esed.”

Wî siyasetmedarê Kurd wiha domand: “Li Bakurê Kurdistanê her Kurd kirine qurbanî berjewendiyên partiya xwe û mal û bajarên Kurdan wêran kirine. Li Başûrê Kurdistanê Hikûmeta Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge wek dijmin ji xwe re dibînin û dixwazin Hikûmeta Iraqê destê xwe deyne ser navçeyên madeya 140, lê ne bi PKK û ne jî bi ti aliyekî din êdî hikûmet û artêşa Iraqê venagerin ser wan navçeyên Kurdistanî. Malikî PKK bi kirê girtiye û çekdarên wan kirine darê destê xwe. Li gorî belgeyên li ber dest, Malikî bi çendîn awe û qonax alîkariya PKKê kiriye û bi riya Balagirgeha Silêmaniyê çek û teqemenî ji PKKê re çûne Qendîlê. Di her pirseyeke li dijî Kurdan de, destê Malikî tê de heye, di vê yekê de jî Malikî û PKK yeknêrîn in û herdu li dijî gelê Kurd in.”